Li Sebahat Tuncel 11 meh û 20 roj ceza birîn 2020-09-17 15:11:45   AMED - Bi hinceta ku Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel gotiye “Tayyîp Erdogan dijminê jinan e” 11 meh û 20 roj cezayê hepsê lê hat birîn.    Danişîna biryarê ya Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel bi îdiaya “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Amedê pêk hat. Gotina “Tayyîp Erdogan dijminê jinan e” ya Sebahat Tuncel kirine hinceta dozê. Parêzerê Sebahat Tuncel, Şivan Cemil Ozen di danişînê de amade bû. Şandeya dadgehê bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” 11 meh ûy 20 roj cezayê hepsê li Sebahatê birî birî.