Ji bo girtiya nexweş Muhlîse 8 sal ceza hat dayîn 2020-09-16 12:57:17   MÛŞ - Danişîna Muhlîse Karaguzel îro hat dîtin û heyeta dadgehê 8 sal ceza da Muhlîseyê. Muhlîse ji ber ku nayê tedawîkirin dibe ku çavên xwe winda bike.     Hevseroka berê ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Muhlîse Karaguzel (59) e, di 10'ê tebaxa 2019'an de bi hinceta "Endama rêxistinê ye" polîsan bi ser mala wê de girtin. Muhlîse li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtî ye. Îro danişîna wê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin.    Muhlîse li girtîgehê bi rêya SEGBS'ê tevlî danişînê bû. Parezêrên wê jî di danişînê de amadebûn. Her wiha parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gûlistan Kiliç Koçyîgît jî tevlî danişînê bû. Muhlîse mafê axaftinê girt û parastina xwe kir û daxwaza tehlileya xwe kir.    Heyeta dadgehê bi hinceta "Edama rêxistinê ye' 8 sal û mehek ceza da Muhlîseyê.