Hevşaredar Rojda Nazlier hat berdan 2020-09-14 14:13:34   AMED - Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier a bi sûcdariya "endama rêxistinê ye" hatibû girtin serbest hat berdan.   4’emîn danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Hevşaredara navçeya Karazê ya Amedê Rojda Nazlier a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin û ji peywirê hatibû girtin de, hat vekirin îro hat dîtin. Danişîn li 11’enîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina yekemîn a danişînê de, nîqaş di navbera parlamenteerên HDP û şandeya dadgehê de derket. Ji ber vê danişîn dûre girtî hat dîtin. Rojda, ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bunyana Qeyseriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Resûl Tamûr, Diyar Çetedîr û Bawer Mizrak jî di danişînê de amade bûn.    Piştî danasîna nasnameyê, rûniştin hat destpêkirin. Dozger xwest Nazlîer bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin û girtina wê dewam bike.    Parêzerên Rojdayê, ji bo parastina xwe ya li dijî mutalaya dozger amade bikin dem xwestin û daxwaza berdana muwekîla xwe kirin.    Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku delîlên derbarê Rojdayê de bên komkirin, dema girtina wê li ber çavan girt û biryara berdana wê da.