Oyku Çakmak:Divê di baroyan de nûneriya wekhev hebe 2020-09-14 09:09:07   AMED - Parêzer Oyku Çakmak ku ji bo hilbijartina 4'emîn a Lijneya Giştî ya Baroya Amedê ku dê di meha Cotmehê de bê kirin bû namzed got: “Zêdetir rêveberên jin, ji bo aramî , hişmendî û têkoşîna maf û hestiyariyê, ji bo rewşa me ya di darazê ya pîşeyî de wê gelek girîng bin. Di baroyan de divê nûneriya wekhev hebe.   Baroya Amedê di meha cotmehê de wê 47’emîn Lijneya Giştî ya Asayî pêk bîne. Namzetên jin jî ji bo lijneya rêveberiyê balê dikşînin. Wek gelek sazî û odeyên pîşeyî tê zanîn ku di baroyan de hejmara nûneriya jinan ne zêde ye.Namzeta Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê û endama Navenda Mafên Jinan a baroyê Parêzer Oyku Çakmak got divê jin li her qadê hebin û di alî nûneriya wekhev de ji bo fikra ‘hevserokatiyê’ di alî baroyan de bê asta ku tê nîqaşkirinê de, wê fikr û nêrînên xwe parve bikin.   ‘Di saziyan de kêmasiya jinan balê dikşîne’   Oykuyê got hîna jî dema baro û parêzer tê gotin, mêr tê bîra mirovan û sedema vê jî newekeviya zayendî ye. Oykuyê wiha berdewam kir: “Ev nakokiyek mezin ava dike. Wek her qadê di baro û saziyên wek vê de jî kêmasiya jinan balê dikişîne. Bêguman sedemên vê hene. Demek dirêje nîqaşên hebûna jinan a di qada civakî, siyasî û cemawerî de tê nîqaşkirin. Lê di asta heyî de em dibînin ku hem tevgera jinan hem jî têkoşîna parêzerên jin yên bi rêxistin gihiştiye astekê. Bi taybet Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê gelek xurt e”   ‘Divê cesaret ji bo jinan bê dayîn’   Oykuyê destnîşan kir ku ji bo bêdadiya di nûneriya jinan de ji holê bê rakirin divê pêngavên hîn bi cesaret û pêşdetir bên avêtin û got: “Di vî alî de divê jin bên xurtkirin, cesaretkirin,rolên zayenda civakî wek polîtîkayekê ji holê bên rakirin. Tevî ku gelek jin di kademeyên rêve beriyê de xwedî dewlemendiyek mezinin jî li gorî mêran xwe zêde berpirs nabînin. Em bawer dikin ku jin dikarin hîn bêtir tiştên mezin bikin. Divê jin di mekanîzmayên rêveberiyê de cih bigirin.”   ‘Ne pêkane mirov li dijî pirsgirêkan bê bandor bimînin’   Oykuyê bi lêv kir ku Baroya Amedê baroyek bi kok e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kevneşopiyeke ku heta îro aniye, parêzvaniyeke wê ya mirovahiyê heye. Endamtiya Baroya Amedê ku têkoşîna maf, edelet û hiqûqê dide, bêguman serbilindî ye. Ligel pirsgirêkên pîşeyî, li dijî pirsgirêkên mafên mirov û civakî jî bê hestiyar mayîn ne pêkan e. Ez jî parçeyek ji têkoşîna maf im. Divê jin di rêveberiyê de cih bigirin. Ev gelek girîng e. Ji bo me jinan çend wateyên wê hene. Ya ewil ev e ku hewldana heta îro me daye, di mekanîzmayan de bi bandor bê bikaranîn e. Em ê her tim di hewldanê de bin ku keda me di asta merciya biryarê de bê bikaranîn.”   ‘Pirsgirêka zayendê heye’   Oykuyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di baro, sazî û mekanîzmayên din de pirsgirêka nûneriya zayendê heye û di polîtîka, siyaset, sazî, sendîka û komeleyan de hejmara jinan a di mekanîzma biryarê de kêm e û wiha berdewam kir: “Divê kotya jinê bê avakirin. Ger em di rêveberiyê de cih bigirin an jî di hilbijartinan de tabloyek cuda derbikeve, em ê vê sernavê bigirin rojeva xwe. Pergala hevserokatiyê dikare di alî baroyê de bê nîqaşkirin. Em ê di vî alî de fikr û nêrînên xwe parve bikin. Hêviya min ev e ku zêdetir jin, zêdetir namzet û zêdetir rêveberên jin hebin.”