‘Divê hemû jin xwedî li danişîna Gulluyê derkevin’ 2020-09-12 09:12:03   Şehrîban Aslan   AMED - Derbarê Can Yilmaz yê ku bi îşkencê Gullu Yilmaz qetil kir ji ‘muebeta giran’ û heta 20 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin û yekemîn rûniştin di 14’ê îlonê de wê bê dîtin. Parêzer Gevriya Atli ku dozê dişopîne bang li hemû jinan kir ku xwedî li doza Gullu Yilmaz derkevin.   Li navçeya Erxenî ya Amedê di 17’ê cotmeha 2017’an de mêrê bi navê Can Yilmaz (35), li hember jina pê re zewicandî Gullu Yilmaz (33) îşkence pêk anî û hewl dabû qetil bike. Gullu piştî 12 rojan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Zaroka Gullu şahidiya bûyerê kiribû û Can Yilmaz jî 11 roj piştî bûyerê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji sûcên ‘li hember hevjînê bi hestên çavsorî ji qestî kuştin’ û ‘li hember zarok û hevjînê bi hestên çavsorî teşebusa kuştinê’ doz vekir û der barê gumanbar de bi daxwaza ‘muebeta giran’ û ji 13 salan heta 20 salan cezakirinê îdianame amade kir. Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.   Yekemîn rûniştina dozê wê di 14’ê îlonê de bê dîtin. Parêzera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Gevriye Atli derbarê mijarê de axivî û der barê rûniştinê de agahî da. Gevriyeyê diyar kir ku Gullu bi awayekî sîstematîk bi şîdetê re rûbirû maye û û di şîdeta dawî de jî Can Yilmaz gilî kiriye û got: “Gullu beriya bê qetilkirin jî rastî şîdetê hatibû. Du curan serlêdan kiriye, gumabar ji her du dosyayên Cezaya Asliyeyê ve cezayê digire. Gullu beriya her du lêpirsînan li stargehê dimîne. Gumanbar ji bo Gulluyê îqna bike soz daye û ji stargehê derxistiye û biriye malê. Ger ku di serlêdanên gilî yên Gulluyê de tedbîrê pêwist bihata girtin wê belkî ev bûyer nehatiba jiyîn.”   Ji ber îhmalan hat qetilkirin   Gevriyeyê destnîşan kir ku divê derbarê Gullu de tedbîrên hîn bi bandortir bihata girtin û wiha pê deçû: “Divê biryara ji malê dûrxistinê bihata dayîn. Lê serlêdan û lêpirsîna der barê gumanbar de binpêkirinên mafan hene. Binpêkirinên maf yên hêzên errwlehiyê û merciyên darazê hene. Mînak Gullu di 14’ê îlonê de gilî dike û der barê vê de hêzên ewlehiyê tiştek nekirine. Merciyên darazê jî 7 roj biryara parastinê dane.”   Ji bo rûniştinê bang   Gevriyeyê ji bo rûniştina wê di 14’ê îlonê de bê dîtin de bang kir û got: “Li ser navê Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, ez, Çîgdem Sevîmlî û Şeyma Onur parêzeriya dozê dikin. parêzerên din yên navendê jî wê di dozê de hebin. Em bang li hemû rêxistinên jinan, komeleyên jinan û hemû kesên mafên jinan diparêzin dikin ku wê rojê ligel me bin.”