Gûmanbarên destdirêjiyê hatin berdan 2020-09-10 12:55:00   AMED - Li navçeya Hênê ji 5 mêrên destdirêjî li G.A’yê kiribûn 4 ji wan piştî 10 mehan îfadeyên wan hatin girtin û pişt re serbest hatin berdan.     Li gundê Nerîbê Şeynon yê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê 5 mêran destdirêjî li jina bi navê G.A. (21) kiribûn. Tevî ku G.A. giliyê gûmanbaran kiribû jî ji bilî A.D. îfadeyên 4 kesên din nehatibûn girtin. 4 gûmanbarên destdirêjiyê   Î.A.,M.A., Ş.A., û Î.A. piştî 10 mehan ku îfadeya wan nehat girtin serbest hatin berdan.    Herwiha hat ragihandin ku birayê G.A. M.A. jî di heman rojê de li Hênê li qereqola cendirmeyan îfadeya wî hatiye girtin.