Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek hat tehliyekirin 2020-09-09 14:22:08   AMED - Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek a di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de hat girtin û 4 mehan girtî ma di daneşîna yekemîn a doza jê dihat darizandin tehliye bû .   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya JInan a Rosayê de di 24'ê Gulanê de bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin, daneşîna yekemîn a doza wê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gulcîhanê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû, parêzerên wê Cemîle Turhalli Balsak, Gulan Çagin Kalelî û Şivan Ozen di daneşînê de amade bûn. Herwiha aktîvîstên TJA'yê , Parlamentera HDP'ê ya  Amedê Semra Guzel û malbata Gulcîhanê jî tevli daneşînê bûn.   Gulcîhan xwest bê beraetkirin   Daneşîn bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin û piştre bi parastina Gulcîhanê berdewam kir .Culcîhanê diyar kir ku ew îfadeya şahidê nepen qebûl nake, xwedî nasnameyeke siyasî ye, aktîvîsteke jin e. Gulcîhanê diyar kir ku tevlibûna Mîtînga 8'ê Adarê ne sûc e û daxwaza beraeta xwe kir.   Dozger xwest rewşa wê ya girtî bidome   Parêzerên Gulcîhanê jî gotin ku ew tevli daxwaza dozger a bila rewşa miwekîla wan girtî berdewam bike nabin kesê ku îfade li ser Gulcîhanê daye li ser hin kesên din jî daye lê 7 dadgehan derbarê van kesan de biryara beraetê daye û tahliyeya muwekîla xwe xwestin.    Dadgehê biryara beraetê da   Piştî parastinê navbereke kurt ji bo daneşînê hat dayîn û piştî navberê derbarê Gulcîhanê de biryara tahliyeyê hat dayîn û daneşîn taloqî 14'ê Kanûnê hat kirin.