Zeynep Celaliyan hîna di hucreyê de tê girtin 2020-09-09 13:19:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta Kurd Zeynep Celaliyan ku rejîma Îranê ew girtiye, ji dawiya Hezîranê û wir ve li girtîgeha Kermanê di hicreya yek kesî de tê hiştin.   Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ji meha Hezîranê ve ji beşa karantînayê ya girtîgeha Weramîn veguhestibûn, hîn di hucreya yekkesî ya girtîgeha Kirman de ye. Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Zeyneb Celaliyan di van rojên dawî de bi riya telefonê peywendî bi malbata xwe re daniye û diyar kiriye ku di rewşek dijwar û di hucreyek yekkesî ya girtîgeha Kirman de dimîne.   Li gorî nûçeyê, Zeyneb Celaliyan di peywendiya bi telefonê de, eşkera kiriye ku rayedarên girtîgehê, ragihandine ku eger lêçûna veguhestinê li ser xwe bigire, wê bibin girtîgeha bajarê Xoyê ya parêzgeha Urmiyeyê, lê hîn nehatiye veguhestin.   Ev demeke ku peywendiya telefonê ya Zeyneb Celaliyan ji hefteyê carekê bi amadebûna du karmendên ewlehiyê pêk tê. Rê nayê dayîn bi zimanê kurdî biaxive. Neçar dibe bi zimanê farisî li gel bav û dayika xwe biaxive ku zehmet jê fam dikin.