Endama Komelaya Jinan a Rosayê Gulistan serbest hat berdan 2020-09-07 14:59:07   AMED - Îro danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier hat dîtin û Gulistan bi şerta dernekeve derveyî welat serbest hat berdan.    Di 22'yê gulanê de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li Amedê lêpirsînek hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedar, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û bi tevahî 18 kes hatin binçavkirin. Ji 18 kesan 12 kes hatin girtin. Her wiha di 7'ê hezîranê de dîsa ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsînek din hat destpêkirin û di encamê de endama Komeleya Jinan a Rosayê Gulistan Nazlier hatibû girtin.    Îro di 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê danişîna yekemîn hat dîtin û Gulistan bi rêya SEBÎS'ê tevlî daneşînê bû. Parêzer Resul Temur tevlî daneşînê bû. Di destpêka daneşînê de îdianameya derbarê Gulistanê de hatî amadekirin hat xwendin. Gulistan jî di daneşînê de xwe parast û hemû îdiayên ku derbarê wê de hatî kirin red kir. Parêzer Resûl parastina Gulistanê kir û xwest Gulistan bê tehliyekirin.    Gulistan bi şertê ku dernekeve dervêyî welat hat tehliyekirin. Danişîn taloqê 18'ê mijdarê kirin.