Ji sûcê ‘ferzkirina întîxarê’ hîna îfadeya Musa Orhan nehatiye girtin 2020-09-07 09:08:07   ÊLIH - Parêzerê Îpek Er ya ku bi tecawiza Musa Orhan re rûbirû hat û piştre întîxar kir, Devran Yildiz agahî da ku di demên pêş de dibe ku serî li reda dadger an jî dadgehê bidin. Her wiha Devranê got hîna jî ji sûcê ‘ferzkirina întîxarê’ doz li gumanbar nehatiye vekirin.   Îpek Er ya 18 salî ku bi tecawiza çawîşê Pîspor Musa Orhan re rûbirû hat, întîxar kir. Li ser  bertekên raya giştî gumanbar hat girtin lê hefteyek şûnde hat berdan. Yek ji parêzerê dozê Devran Yildiz der barê mijarê de nirxandin kir û got Musa Orhan bi talîmatê hatiye berdan.   ‘Musa Orhan bi hêza rayagiştî hat girtin’   Devranê bi lêv kir ku Musa Orhan li ser bertekên ji ser çapemeniya civakî hatiye nîşandan, hatiye girtin û got: “Berdana Musa Orhan nîşan dide ku merciya edeletê ne cidiye. Dadgehê ji roja ewil de biryara xwe daye. Musa Orhan tenê bi hêza rayagiştî hat girtin. Di vê biryarê de merciyê rayedar, wezareta karê hundirjî bi bandore. Ev rewş dij hiqûqê ye. Ji bo hêzên çekdarî ji nûve prestîjê qezenc bike rê û rêbaz tên ceribandin.”   ‘Dibe ku em ê serî li reda dadgeh û dadgeriyê bidin’   Devranê her wiha daxuyakirin ku tahliyekirina Musa Oruhan nîşaneya ku darazeke serbixwe nîne ye û got: “Vê di hişan de pirsnîşan hiştiye. Musa Orhan di encama talîmaran de hat berdan. Di demên pêş de dibe ku em serî lir eda dadgeh an jî dadgeriyê bidin. Ji ber biryara berdana dadgehê teqeze û riya îtîrazê girtiye, me nikaribû îtîraz bike. Lê me xwest ku bê girtin. Piştî Îpek Er jiyana xwe ji dest da me serî li serdozgeriya komarê ya Êlihê da û me daxwaz kir ku ji sûcê ferzkirina întîxarê bê darizandin û girtin. Dozgeriyê got wê biryara bêrayebûnê bidin û gotin dewrê Misircê kirine. Em der barê girtina wî de her hefta serlêdanê dubare dikin.”   ‘Yekane sedema qirêjiya agahiyan parastina leşkere’   Devranê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji ber agahiyên qirêj yên li ser çapemeniya civakî digerin, malbat gelek eciz dibe û hewl têdayîn ku malbatê bînin asta gumanbariyê. Devranê wiha dawî lê anî: “Lê em ê destûrê nedin van qirêjiyan. Yekane sedem eve ku leşker bê parastin. Runiştin di 16’ê cotmehê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê tê dîtin. Em bang li hemû kesî dikin ku tevlî runiştinê bibin.”