Ji bo bersûcê Muzeyen Bolu cezayê muebetê hat xwestin 2020-09-04 16:25:58   AMED - Dozger mutalaaya xwe ya derbarê bersûc Mesût Issi yê ku parêzer Muzeyyen Boylû qetil kir de pêşkêşî dadgehê kir û xwest cezayê muebbeta giran li bersûc bê birîn.   Danişîna 7’emîn a doza derbarê qetilkirina parêzer Muzeyyen Boylû ya ji aliyê Mesût Issi ve hat kuştin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dayika Muzeyyenê Turkan Boylû, parêzerên wê Hatîce Demîr, Serdar Ozer, Oyku Çakmak, Sînan Tanrikûlû û bersûc Mesut Isi û parêzerên wî Kutbettîn Odabaşi di danişînê de amade bûn.   Bersûc Mesut Isi bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, parastina xwe kir û xwest hemû sûcî bavêje ser Muzeyyenê. Parêzerên Muzeyyenê îtîrazî parastina bersûc Mestu Isi Issi kirin û diyar kirin ku bêbextiyan dike.   Piştre dozger mutalaaya xwe ya derbarê Mesût Issi de pêşkêşî dadgehê kir û xwest cezayê muebbeta giran lê bê birîn.   Danşîn taloq kirin   Parêzerên Muzeyyen Boylû, ji bo ku derbarê mutalaayê de parastina xwe amade bikin dem xwestin. Şandeya Dadgehê, ev daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 28’ê Îlonê kir.