Damezrênera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn hat tehliyekirin 2020-09-04 13:00:04     AMED - Damezrênera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgoz hat tehliyekirin.    Îro rûniştina doza damezrênera Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgoz bû. Danişîn 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Narînê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê, endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doza Narînê şopandin. Lê ji ber pandemiyê tene 5 kes ketin salonê. Narîn jî bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Amedê tevlî danişînê bû.    Narîna bi îdîaya “Endama rêxistinê” tê sûcdarkirin û her wiha tevlîbûna wê ya mîtîng û çalakiyên jinan jî wekî sûc tên nirxandin. Narîn li hemberî îdîayên diyar kir ku têkoşîna ku dide ne sûc e.    Heyeta dadgehê biryara tehliyekirina Narînê da. Her wiha doz dê 30’yê Îlonê bê dîtin.