Hozan Canê dîsa tehliye nekirin 2020-09-04 11:13:55   EDÎRNE - Daneşîna  2’emîn a doza Hozan Cane ku bi îdayê “Endamtiy Rêxistinê” ceza lê hatibû birin û piştî cezayê wê hat xirakirin ji nû ve hatibû destpêkirin hat dîtin. Di daneşînê de daxwaza Canê ya tahliyekirinê careke din hat redkirin.   Hozan Canê (Saîde Înac) di hezîrana  2018’an de li Edîrneyê bi îdaya “Endama rêxistinê ye” hatbû girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birin.  Lê cezayê wê di meha cotmeha 2019’an ji aliye dadgeha bilnd ve hatibû xirakirin û doza wê ji nû de hatibû destpêkirin.  Daneşîna 2 ‘emin a doza Hozan Canê duh ji alyê  3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê ve hat dîtin. Hozan Canê ji ber ku nexweş bû tevli dozê nebû. Lê parêzerên wê û keça wê Gonul Ors tevli dozê bûn.   Di daneşînê de parêzeran daxwaza tehliyeya Canê xwest û makamê îdayê jî bi şertê ku Canê nece dervî welêt tehliyeya wê xwest. Heyeta Dadgehê daxwaza dehliyekirina Hozan Canê red kir û doza taloqî 20’ê cotmehê kir.