Zaroka êrîşa zayendî lê hat kirin ji malê reviya 2020-09-04 09:06:05   MÊRDÎN - Zarokê bi navê M.E.  li Mêrdinê ku sûc lê hat ferzkirin, li hember dotmama xwe îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anî. Zaroka bi êrîşê re rûbirû hat ji malê reviya û der barê M.E de jî îdianame hat amadekirin.   Li Qoser a Mêrdînê zarokê bi navê M.E. yê ku sûc lê hat ferzkirin, li hember zarokek din slekê êrîşa zayendî pêk anî. êrîşa zayendî di 2019’an de pêk hat û zaroka mexdur li ser vê ji malê reviya. Li ser giliyê malbatê zarok li derdora balafirgeha navçeyê ji aliyê polîsan ve hat dîtin û di îfadeya ku da de diyar kir ku ji aliyê pismamê xwe M.E. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye û ji ber vê ji malê reviyaye. Di lêpirsîna hat destpêkirin de der barê M.E de ji sûcên ‘êrîşa zayendî ya li hember zarok’ îdianame hat amadekirin.   Hat xwestin ku gûmanbar bê cezakirin   Îdiname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Mêrdînê ve hat qebûlkirin û di îdianameyê de îfadeyên M.E. yên wekê ‘Bavê dotmama min tune ye. Hişê wê ne li serê wê ye. Derewan dike’ cih girtin.   Di îdianameya ku nêrînên psîkologan cih girtin de de, hat gotin ku zarok xwedî hişmendî û temenê ku dikare xwe îfade bike de ye. Dozger diyar kir ku îfadeyên zarokan samîmî ne û got divê gumanbar bê cezakirin.   Runiştina yekemîn di Mijdarê de ye   Doza ku îdianameya wê hat qebûlkirin, yekemîn runiştina wê di 5’ê Mijdarê de wê li Edliyeya Mêrdînê bê dîtin.