Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn 2020-08-22 12:02:25       AMED - Zarokê 3 salî Mîraç Çîçek ê li navçeya Pîran a Amed ev 23 roj in bi tu awayî agahî jê nayê girtin, Serdozgeriya Komarê ya Pîranê jî ji bo lêpirsîna Mîraç biryara “sînordarkirinê” da.    Zarokê 3 salî Mîraç Çîçek ê li navçeya Pîran a Amed roja 31’ê tîrmehê winda bû, ev 23 roj in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Navenda Mafê  Zarokan a Baroya Amedê, derbarê bûyerê de çû serdana malbata Mîraç Çîçek û hevdîtin bi Serdozgeriya Komarê ya Pîranê re kir. Navenda Mafê Zarokan, ragihand ku dozger ji bo lêpirsîna zarokê winda Çîçek, biryara “sînordarkirinê” daye.     Navenda Mafê Zarokan a Baroyê, derbarê hevdîtinên pêk anîn de, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev agahî parve kir:  “Navenda me, derbarê dosyeya lêpirsînê ya têkildarî zarokê 3 salî Mîraç Çîçek ê li navçeya Pîranê ya Amedê winda bû hat vekirin de, hem bi malbatê û hem jî bi Serdozgeriya Komarê ya Pîranê re hevdîtin kir. Di hevdîtina bi dozger re, hat diyar kirin ku ji bo lêpirsînê biryara sînordarkirinê hatiye dayîn, lê xebatên lêgerînê hîna jî dewam dikin. Malbatê jî, diyar kir ku xebatên lêgerînê dewam dikin, lê ew guman dikin ku kurê wan hatiye revandin û xwestin zarokê wan di demek nêz de bê dîtin.”