'Bersûc hin zarokên din jî bi êrîşê re rûbirû hiştine' 2020-08-21 09:04:12   AGIRÎ - Parêzerên Komeleya Berî Hertiştî Zarok û Jin ku zaroka bi êrîşa zayendî re rûbirû ma girtin ser xwe, diyar kirin ku bersûc Nîzamettîn Şahîn li heman taxê hin zarokên din jî bi êrîşê re rûbirû hiştine. Parêzer Hande Gundogdu û Ayten Topçû diyar kirin ku ji bo ev malbat jî dest ji dozê berde zext lê tê kirin û diyar kirin ku ew ê şopdarên dozê bin.    Li Agiriyê di 17'ê Tîrmehê de ji aliyê Nîzamettîn Şahîn ve  zarokek 10 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû hatibû hiştin. Nîzametîn Şahîn ê ku bi qêrîna zarokê re teşhîr bû, ji aliyê kesên derdorê ve hat girtin û radestî polîsan hatibû kirin.  Nîzamettîn Şahîn ji aliyê dadgeha ku lê îfade da ve hat girtin. Li ser parvekirinên dayika zarokê ya li ser medya civakî parêzerên Komeleya Berî Hertiştî Zarok û Jin Hande Gundogan û Ayten Topçuoglu doz girtin ser xwe û li agiriyê dest bi lêkolînê kirin.   Parêzer li ser lêkolîna ku derbarê êrîşa zayendî de kirin ji ajansa me re axivîn.    'Malbat lê gel zextan jî bêdeng nema'   Hande diyar kir ku bersûc Nîzamettîn Şahîn hin zarokên din jî li heman taxê bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine û tê îdakirin ku bi zext û pereyê ku dane zarokan ew bêdeng kirine. Handeyê got ku ji ber biryara nepenîbûnê li ser dosyayê heye xwegîhandina wan a dosyayê zahmet e û wiha berdewam kir, "Di hevdîtina ku me bi malbatê re kir, li gorî îfadeya naveda binpêkirina mafên zaroka, li gorî daneyên muayeneya psîkyatriyê bi giştî zarokek 10 salî nikare kesekî bi vî rengî sucdar bike û em êdî bawer in li holê 'sucê êrîşa zayendî yê bi zanebûn' heye. Malbata zarokê jî li gel zextan bêdeng nema."    'Em ê hewl bidin ku cezayê herî giran bigire'   Hande diyar kir ku ji bo bersûc cezayê herî giran bigire çi ji destên wan bê wê bikin û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, "Ev tenê ne têkoşîneke hiqûqî ye. Bûyereke ku tê xwestin ser wê bê girtin e. Piştî ku bûyer li ser medya civakî tê belavkirin parêzer, komele û rayagişt xwedî lê derdikevin.  Ji bo ku zarok alîkariya psîkolojîk bibîne çi ji destên me bê em ê bikin. Ji bo ku bersûc cezayê herî giran bigire çi ji destên me bê em ê bikin."   'Di dosyayê de bê usûlî heye'   Aytenê jî diyar kir ku di dosyayên êrîşa zayendî de bê usûlî zêde ne, bêyî ku biryareke fermî hebe û sedemekê nîşan bidin zarok ji bo muayeneya fîzîkî birine nexweşxaneyê. Aytenê anî ziman ku ev pêkanîn ji bo çi, ji aliyê kê û bi çi armancê hatiye kirin jî ne diyar e û ev tişt got, "Li malbatê zextên ku bi pere ser bûyerê bê girtin dikin û xizaniya malbatê wekî hincet nîşan didin û dixwazin bi pere meselê hal bikin.  Ev hemû pêkanîn jî ji aliyê malbata bersûc ve tên kirin.  Li tirkiyeyê dema ku zarokeke anî jî jinek bi êrîşa zayendî re rûbirû dimîne dîsa ew kes bi xwe tên sûcdarkirin. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Tenê sûcdarek heye û ew jî bersûcê bûyerê ye."   'Malbat ji ber ku bi darazê bawer nabin bêdeng dimînin'   Aytenî got ku polîtîkayên bêcezahiştinê û di demên dawîn de niqaşên li ser peymana Stenbolê cesaretê didin gûmanbaran û wiha dawî li axaftina xwe anî, " Ger ku li parvekirinên bersûcan ên li ser medya civakî bê nêrtin û bên şopandin wê bê dîtin ku çiqas bersûc bi cesaret tevdigerin.  Xwe bikin dewsa malbatan. Ger ku tiştekî wiha bê serê zarokên we kîjan pere dikare we bêdeng bihêle? Tenê tiştek dikare we bêdeng bike û ew jî bêbaweriya bi darazê ye."