Ji bo Ebru û Aytaç banga piştevaniyê 2020-08-18 09:02:09   MÊRSÎN - Parêzera OHD'yî Sabahat Gençtarîh ji bo parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo darizandineke adîl ketin rojiya mirinê banga hestiyariyê kirir got, "Şertên nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xirabtirin. Hevalên me terkî mirinê hatine kirin."   Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ji 12'ê Îlona 2018'an de di girtîgehê de ne. Ebru û Aytaç ên ku bi daxwaza "darizandina adîl" di 5'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kirin greva xwe veguherandin rojiya mirinê.  Ebrû û Aytaç li gel rapora Saziya Tipa Edlî ya "Nikarin di girtîgehê de bimînin" nehatin tahliyekirin û di 30'ê Tîrmehê de rakirin nexweşxaneyê.   Ebru ya ku di roja 226'emîn de çalakiya xwe berdewam dike, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dr.Sadik Konuk û Aytaç Unsal jî ku çalakiya xwe di roja 195'emîn de berdewam dike li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Qanûnî Sûltan Suleyman tên girtin.   Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), ya ku ji bo parêzer bên tahliyekirin serlêdan lê hat kirin jî serlêdana hat kirin red kir.   Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Mêrsînê parêzer Dîcle Nas û parêzer Sabahat Genç tarîh, ji bo çalakiya ku wê li ber nexweşxaneyên hevalên wan lê tên girtin pêk bînin, diyar kirin ku divê her kes li hevalên wan xwedî derkeve.    'Ji bo hemû parêzeran heman pêkanîn tê kirin gelo?'   Sabahatê diyar kir ku hevalên wan ji ber parêzertiya dikin tên darizandin û wiha berdewam kir, "Li Tirkiyeyê hûn parêzertiya kê bikin û ew kes endamê kîjan rêxistinê be wekî hûn jî endamên wê rêxistinê bin têkilî bi we re tê danîn. Dema muwekîlên we bên girtin û navê we ji bo parastinê bidin wekî tê zanîn, polîs dibêjin ' gazî wî parêzerî yan jî wê parêzerê nekin ew endamên rêxistinê ne'. Lê ji bo kesên ku li dosyayên hişbir, destdirêjî û tecawizê dinêrin gelo heman tişt tê kirin?  Gelo kesê ku parêzvaniya kesên hişbirfiroş dikin divê mirov wan wekî bazirangê hişbirê bibîne û ji bo kesên ku parêzvaniya tecawizkar û kesên destdirêjiyê dikin divê mirov wan wisa bibîne. Ev nêrîn dibe sedema têkbirina azadiya kesan."   'Ji ber dengê wan nehat bihîstin serî li vê rêbazê dan'   Sabahatê diyar kir ku parêzer li ser îfadeya kesên nepen hatine girtin, di dosayê de tu delîlekî hiqûqî tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em hemû bi hêvî bûn, med dikgot dosyaya ku evqas nelirêtî tê de hatine kir wê li îstînafê bê xirakirin. Lê îstînafê erê kir. Piştî ku îstinafê jî erê kir Ebru û Aytaç ketin fikara ku hin kes bi wan mijûl dibin û gotin, 'di qanûnan de tu cezayekî ku ji bo me bê dayîn tune ye. Em tenê dixwazin bi awayî adîl bên darizandin'. Ji ber ku ku hemû îtîraza û daxwaz hatin redkirin hevalên me serî li vê rêbazê dan. Ji ber ku dengê wan nehat bihîstin Ebru û Aytaç serî li vê rêyê dan."   'Şert û merc xirabin'   Sabahatê Rapora Tipa Edlî jî bi bîr xist û  37'emîn Dadgeha Cezayê Giran li şûna ku Ebru û Aytaç tahliye bike ew şandin nexweşxaneyê. Sabahatê wiha berdewam kir, "Nexweşxaneya ku lê dimînin ji girtîgehê xirabtir e. Li odeyeke jêrzemînê li ber  bîhna xwarinê tên razandin. Cihê lê dimînin ji girtîgehê xirabtir e. Li girtîgehê çê xirab me dikaribû wekî parêzer hevdîtin bikira. Li nexweşxaneyê ew derfet jî gelek kêm e. Hevlên me terkî mirinê hatine kirin."   'Divê em nebêjin ev pirsgirêk ya Ebrû û Aytaç e'   Sabahat diyar kir ku ew wekî OHD'a Mêrsînê her roj saet di 12.00'an de çalakiya rûniştinê li dar dixin, daxuyaniyê didin çapemeniyê û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Em ê ji îro û şûnde piştgiriyê bdin çalakiyên li Stenbolê li ber nexweşxaneyan ji bo Ebru û Aytaç tên lidarxistin. Em hêvîdarin ku herkes hestiyar tevbigere."   'Em banga hestiyariyê li her kesî dikin'   Dîcle Nas jî diyar kir ku mafê herkesî yê darizandineke adîl heye û wiha berdewam kir, "Erka me ya serkeke parastina mafên mirovan e. Xala bingehîn ku em digirin dest mafên bingehîn û azadiya kesan e. Em wekî OHD, dîsa di heman çarçoveyê de nêz dibin û mafê parastina adîl yê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel diparêzin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bdin me."