Êrîşa zayendî li nexweşxaneyê derket holê 2020-08-04 09:04:40   MÊRDÎN - Li Mêrdînê zaroka ku çû nexweşxaneyê derket holê ku ji aliyê xalê xwe M.T ve rastî êrişa zayendî hatiye. Gumanbarê êrişa zayendî tenê rojekê di bin çavan de hat girtin û piştre hat berdan. Der barê gumanbar de îdianame hat amadekirin û heta 15 salan ceza hat xwestin.   Li Mêrdînê derket holê ku mêrê bi navê M.T li hember zaroka xwişka xwe êrişa zayendî pêk aniye. Piştî îstîsmar derket holê şûnde gumanbar hat binçavkirin û piştî binçavkirina rojekê hat berdan. Serdozgeriya Komarê ya Qoserê der barê îstîsmarê de lêpirsîna dabû destpêkirin temam kir. Îdianameya hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Asliyeya Qoserê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de der barê gumanbar de heta 15 salan ceza hat xwestin.   Gumanbar hat berdan   Zarok di Tîrmeha 2019’an diçe derûnas û di hevdîtinê de îstîsmar jî dertê holê û piştî vê gumanbar di 26’ê Tîrmehê de hat binçavkirin. Lê gumanbar rojekê di bin çavan de ma û hat berdan. Serdozgeriya Komarê ya Qoserê der barê îstîsmarê de lêpirsîn da destpêkirin. Bi temambûna lêpirsînê îdianame hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Qoserê ve hat qebûlkirin.   Ceza hat xwestin   Di îdianameya ku dadgehê qebûl kir de hat diyarkirin ku dema lêpirsîn tê lêkolînkirin di hevdîtina ku zarok bi bijîşkê beşa Psîkiyatrî ya Zarokan a Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê re kiriye derketiye holê ku mexdûr ji aliyê xalê xwe bi êrîşa zayendî rû bi rû maye; îdia, îfadeya mexdûrê, îfadeyên şahidan, rapora Midûriyeta Tipa Edlî ya Mêrdînê li ber çavan hatiye girtin û der barê gumanbar de ji sûcên cuda biryara cezakirinê hatiye dayîn. Rûniştana yekem jî di meha kanûnê de ye.