‘Divê tecrîd bi dawî bibe’ 2020-07-31 09:19:10   STENBOL- Parêzer Raziye Turgut der barê muvekîlên xwe yên li Grava Îmraliyê dimînin û serlêdana DMME’ê de axivî û got: “Tecrîda ku dewam dike ne hiqûqî ye. Divê tecrîd bi dawî bibe.”   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin ku mudafîbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş yê li girtîgeha Îmraliyê dimînin, dimeşînin ji ber agahî ji muvekillên xwe nagirin di 19’ê Hezîranê de serlêdana daxwza tedbîrê li Dadgeha Destûran Bingehîn dan û serlêdana wan hat redkirin. Li ser vê Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 29’ê Tîrmehê de serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dan.   Parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan şûnde bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re di 2-22’ê Gulan, 12,18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîkin kiribûn. Piştî vê 86 serlêdan hatin kirin lê yek jî nehat bersivand.   Di 2’yê Adarê de li Grava Îmraliyê şewat derket û birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi birayê xw re hevdîtin kiribû. Piştî vê deriyên Îmraliyê dîsa hatin girtin. Ji ber vîrusê derbarê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din fikar zêde bûn. Li ser vê mafê hevdîtinê bi telefonê pêk hat. Piştî hevdîtina telefonê dîsa agahî ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din nehat girtin.   Parêzer Raziye Turgut pirsên ajansa me bersivand.   Hinceta ku serlêdanên we bê bersiv tên hiştin çi ye gelo?   21 sale ev rewş mijara gotinêye. Li Îmraliyê pêkanînek taybet heye. Malbat û parêzer bi hincetên weke ‘koster xerabeye’, ‘hewa nebaş e’ tên redkirin. Di du salên dawî de cezayên dîsîplînê dikin hincet. Bi awayekî kêfî tê astengkirin.   *Der barê cezayên dîsîplînê de pêvajoya îtîraza hiqûqî pêk tê?   Di 21 salan de tecrîd her tim hebû. Bi biryarên polîtîk û siyasî ev tecrîd hat girankirin. Heta carna ji bo biryarê tu hincet jî nedan pêş. Di du salên dawî de cezayên dîsîplînê tên dayîn. Ji ber van dibêjin malbat nikarin hevdîtinan bikin. Em parêzer dizanin ku cezayên dîsîplînê ji bo vê ne hincet e. Parêzer di saetên mesayiyê de her tim dikarin hevdîtinê bikin. Lê bersivê nadin serlêdanên me. Malbat jî wisa tên redkirin. Tu aliyê vê yê qanûnî tune ye. Der barê Îmraliyê de biryarên polîtîk dertên pêş. Em nikarin bêjin ku girtîgeha Îmraliyê wek yên din e. Divê ji girtîgehên din cuda bê nirxandin. Bêguman li girtîgehên din jî dijhiqûqî û kêyfiyet heye lê yên li Îmraliyê girantir in. Em ji naveroja cezayên dîsîplînê nayên agahdarkirin. Carna em bi serlêdanên muvekîlên xwe û reda li hember wan tê dayîn ji van cezayan agahdar dibin. Em jî hemû biryarên red dibin DMME’ê. Divê tecrîd bi dawî bibe.   * Ji riyên hiqûqa hundir çima encamek nayê girtin?   Mixabin Grava Îmraliyê li gorî siyasetê bi teşe dibe. Mixabin hiqûq nakeve wir lê her cureyê dijhiqûqiyê li wir pêk tê. Ji ber vê jî mafê mirovan li wir bi sînor e. Lê dîsa jî em hewl didin encameke herî bi bandor ji hiqûqa hundir bigirin. Me di serlêdanên xwe yên DMME’ê de behsa bêbandoriya hiqûqa hundir kir û me got em ji serlêdanan encamekê nagirin. Me dema serlêdana Li Destûra Bingehîn kir jî me got divê demildest maf bên tesîskirin û ragihandin pêk bê.   *Nexweşia kronîk ya muvekîlê we Abdullah Ocalan heye? Dema ev nerehetî derkevin holê çawa dikare mudaxale bikin?   Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinan de der barê pirsên tenduristiyê de bersivên kurt da. Ji ber sekna xwe tenduristiya xwe nade pêş. Em dizanin ku Abdullah Ocalan wek kronîk di riyên jor yên bîhndanê de pirsgirêka tenduristiya wî heye. Di vîrusê de bêguman Abdullah Ocalan rîskek cidî dijî. Girtîgeha Îmraliyê di alî nexweşiyan de qadeke bi rîsk e.   *Wek got Îmrali prototîpa Tirkiyeyê ye hûn dikarin vê îfadeya xwe hinekî berfirehtir vebêjin?   Birêz Ocalan bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê. 10 salan jî di hucreyekê de hat girtin. Xwestin bi vê îradeya Birêz Ocalan bişkînin. Lê Birêz Abdullah Ocalan bi sekn û berxwedêriya xwe ev vala derxist. Ji bo aştiyeke bi rûmet û demokratî hewl da. Di dema nêz de bi OHAL a ku hat îlankirin  ji hevdîtinên parêzeran bigirin heta sererastkirina qanûnan hat sînorkirin. Li Îmraliyê ev berê jî pêk dihatin. Dijhiqûqiya li Tirkiyeyê tê ferzkirin ewil li Îmraliyê hewl hat dayîn ku pêk bê.   *Hûn bêdengiya dewletan a li dijî tecrîdê çawa dinirxînin?   Dema mirov li pergala Îmraliyê dinêrin pergaleke Guantanamo heye. Ev jî pergaleke Amerîkayê nîşan dide ye. Ji ber vê Tirkiye di vê de ne xwedî roleke bi bandor e. Ji xwe Birêz Ocalan jî di parêznameyên xwe de dibêje ‘Ez ne dîlgirtiyê Tirkiyeyê, yê pergala kapîtalîst im!Em di daxuyaniyên birêz Ocalan û ji pêvajoya komployê jî fêm dikin ku bandora hêzên navneteweyî di komployê de gelek mezin e. Ji ber vê jî em bêdengiya dewleta a li dijî tecrîdê dibînin.   *Rakirina tecrîdê û pêkhatina şertên azadiyê çima girîng e?   Divê tecrîda dibe sedema êrîşa li hember destekeftiyên jinan, bi dawî be. Bidawîbûna tecrîdê tê wateya ku Abdullah Ocalan ligel jinan têdikoşe.