Dadgehê bi tehliyeyê gumanbar xelat kir 2020-07-28 09:12:24 Şehriban Aslan AMED - Li Kayapinar a Amedê mêrê bi navê Mehmet Fîlîz du zarokên ku li kolanan peçete difrot îstîsmar kir û li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianame amade kir. Di îdianameya hat amadekirin de ji bo gumanbar 40 sal ceza hat xwestin, lê dadgehê di rûniştina duyem de tahliye kir.   Mêrê bi navê Mehmet Fîlîz di 2017’an de li navçeya Kayapinar a Amedê êrîşa zayendî li du zarokên bi navê N.G û Ş.E kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser vê ji sûcê ‘istîsmarkirina zarok’, ‘bi tehdîda cebîr û xîleyê kes ji azadiyê bêpar hiştin’ îdianame amade kir. Di îdianameyê de ji bo gumanbar 40 sal ceza hat xwestin. Di îdianameya hat amadekirin de hat gotin ku ji zarokan N.G jiyana xwe ji dest daye û Ş.E jî nayê zanîn li ku ye.   Zarok xapand û li wesayîtê kir   Di îdianameya hat amadekirin de hat destnîşankirin ku li Kayapinarê li lambeyên trafîkê Ş.E û N.G yê peçete difrotin, hatine xapandin û li wesayîtê hatine siwarkirin. Di îdianameyê de hat gotin ku zarok rastî êrîşa zayendî ya Mehmet Fîlîz hatine, zarok qiriyane û li ser vê wesîta asayîşê ya nêzî wan bûye rewş ferq kirine.   Parastina gumanbar: Min got qey muşterî ne   Di îdianameyê de gumanbar Mehmet Fîlîz îfadeya xwe ya êrîşa zayendî qebûl nake û ev îfadeyên wî di îdianameyê de cih girt: “Zarokan destê xwe rakir min jî wek muşterî dît, min got ez wan bibim cihê ku diçinê, em du kîlometre çû zarokan nizanibûn biçin ku û min ji wesayîtê danîn.” Lê zarokên mijara gotinê ne li lambeyên trafîkê peçete difrotin û di 2004 û 2005’an de hatine dinê. Dozgeriyê ji bo gumanbar bi giştî 40 sal ceza xwest. Îdianame ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran ve hat qebûlkirin. Di 2019’an de rûniştina duyem hat dîtin û hat gotin ku zaroka bi navê N.G jiyana xwe ji dest daye û sedema mirina wê ji Midûriyeta Tendurisiya Amedê re hatiye nivîsin û bersiv nehatiye dayîn. Di rûniştina duyemîn de jî ji bo gumanbar biryara tehliyeyê hat dayîn.