Ji bo kesên alîkariya gumanbarê îstîsmarê kir 60 sal ceza 2020-07-26 09:08:42   Şehrîban Aslan   AMED - Li Gêlê ya Amedê gumanbar Dogan Aydin yê jinek îstîsmar kiribû û heval û dayika gumanbar yên alîkarî dabûnê rastî 60 sal ceza hatin.   Sala borî li Gêlê ya Amedê mêrê bi navê Dogan Aydin tecawizê jina bi navê R kir û hatibû hînbûn ku hevalê wî Berat Çelîk û dayika wî jî alîkarî daye gumanbar. Li ser gilîkirina R û malbata wê her du mêr di 10’ê cotmeha 2019’an de ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulh a Gêlê ve hatin girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Berat Çelîk de ji sûcên ‘bi tehdîda cebîr û bikaranîna xîleyê kes ji azadiyê bêpar hiştin’, “alîkariya sûcê êrîşa zayendî’, der barê Dogan Aydin de jî ji sûcê ‘bi tehdîda cebîr û bikaranîna xîleyê kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘êrîşa zayendî û zirar li mal kirin’ û der barê dayika wî Havva Aydin de jî ji sûcên ‘alîkariya sûcê êrîşa zayendî,’ bi tehdîda cebîr û bikaranîna xîleyê kes ji azadiyê bêpar hiştin’ îdianame hat amadekirin.   ‘Kes nikare R ji me bigire pişta me saxlem e’   Di îdianameyê de hat diyarkirin ku di navbera R û Dogan Aydin de têkiliyek hestiyarî hebûye lê R ev hevaltî bi dawî kiriye. Dogan Aydin bi alîkariya dayika xwe R revandiye û rastî êrîşa zayendî hatiye. Her wiha di îdianameyê de hat bicihkirin ku Havva Aydin bi kurê xwe Dogan re hevdîtina telefonê de dibêje ‘Kes nikar R ji me bigire, pişta me saxlem e.”   Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku Dogan Aydin R. bi zor ji Erganiyê biriye Gêlê û li wir êrîşa zayendî pêk aniye û telefona R jî şikandiye û piştî vê R bi awayekî direve.   ‘Yên hatin kirin hat înkarkirin’   Di îdianameyê de her wiha hat dîtin ku Dogan Aydin, Havva Aydin û hevalê wî Berat Çelîk tiştên hatine jiyîn înkar kirine. Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku gumanbaran ne telefonên xwe her tim bi telefonên xizmên xwe bi hev re hevdîtin kirine.   Dozger ji bo 3 kesî cuda cuda ceza xwest   Dozger der barê Berat Çelîk de 19 sal, Dogan Aydin de 22 sal û der barê dayika wî Havva Aydin de jî 19 sal ceza daxwaz kir.   Îdianameya hat amadekirin jî ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.