‘Bila dewlet soza ku daye bîne cih’ 2020-07-23 09:13:43   Gulîstan Azak   STENBOL- Yek ji parêzerên KCDP’ê Gul Erdogmuş diyar kir ku rewşa ku ji Peymana Stenbolê bê vekişandin wê kuştinên jinan jî zêde bibin û wiha got: “Ji bo tiştên tên jiyîn dubare nebin, Peymana Stenbolê ferz e. Bila dewlet soza ku daye bîne cih, bila ligel jinan be.”   Di vê pêvajoya ku şîdeta mêr ya li hember jinan gihiştiye asteke dijwar, Peymana Stenbolê jî ya ku jinan diparêze di hedefê de ye. Rojek berê jina bi navê Pinar Gultekîn li Muglayê ji aliyê kesê bi navê Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li ser vê jinan serî hilda. Yek parêzerên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Gul Erdogmuş, diyar kir ku ger ji Peymana Stenbolê vekişin wê kuştinên jinan jî hîn bêtir zêde bibin.   ‘Bila dewlet soza xwe bîne cih’   Gul destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê qetilkirina jinan e û got: “Di rewşa peyman rabe de wê kuştinên jinan jî zêde bibin. Welatê ewil peyman îmze kiriye Tirkiye ye. Em dixwazin dewlet soza xwe bîne cih, ligel jinan be. Bila lêpirsînek bi bandor bê kirin. Bila zirara jinan bê çareserkirin.”   ‘Piranî jin ji aliyê mêrên ku pê re zewicandî ve tên qetilkirin’   Gul di berdewamiya axaftina xwe de diyar dike ku Qanûna înfazê ya nû ya di 13’ê Nîsanê de ji meclîsê hatiye derbaskirin, bêyî ku agahî bidin jinan, gumanbarên wan hatine berdan û wiha pê de çû: “Ev li dijî Peymana Stenbolê ye. Ji bo tiştên tên jiyîn dubare nebin, Peymana Stenbolê girîng û ferz e. Hikûmet bêyî hincetê nîşan bide dibêje ‘li dijî malbatê ye’. Ev tu rastiyê nîşan nade. Piranî jinên tên qetilkirin ji aliyê hevjînê wan ve tên qetilkirin.”   ‘Bila kêmasî bên çareserkirin’   Gul bi lêv kir ku yekane riya li dijî êrîşan bê sekinandin têkoşîn e û ev tişt bi lêv kir: “Ev peyman ji bo me jinan gelek girîng e. Ji bo civakê gelek girîng e. Em naxwazin peyman şûnde bê kişandin. Hikûmet li şûna peymanê rabike, divê kêmasiyan çareser bike û bi awayekî rast û bi bandor pêk bîne.”   Peymana Stenbolê çi ye?   Peymana di rayagiştî de wek ‘Peymana Stenbolê ‘ tê zanîn, navê wê yê fermî, ‘Peymana Konseya Ewopayê ya Der barê Têkoşîn û Pêşîgirtina Şîdeta li hember Jinê’ ye. Taybetiya ewil ya peymanê ku hişê mirovan ev e ku, yekem peymanan navneteweyî ya di mijara şîdeta li hember jinê ye. Yanî bi kurtasî Peymana Stenbolê, her cureyê şîdeta li hember jinan asteng dike, jinan ji şîdetê diparêze, gumanbaran ceza dike û didarizîne. Her wiha GREVIO (Komela Çalakiya Pisporan a li Dijî Şîdeta li ser Jinê) jî ku ji pisporan pêk tê hewcedarî û bi rêvebirina peymanê dike.   Peyman di Gulana 2011’an de ji aliyê welatên Konseya Ewropayê ve li Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin û di Mijdara 2011’an de di meclîsê de hatibû erêkirin.