Parêzer Aycan Îrmez: Em ê bibin şopdarên bûyerê 2020-07-22 09:04:40   ŞIRNEX - Parêzer Aycan Îrmez, di derbarê bûyera çawîşê pispor Aslan A. ê êrîşa zayendî li du zarokên 13 salî kir, nirxandin kir. Aycanê, anî ziman ku bi amadekirina pêşnûmeya efûyê ya ji bo kesên êrîşa zayendî dikin re bûyerên êrîşa zayendî jî di demên dawiyê de gelek zêde bûne û got ew ê şopdarên van bûyeran bin.    Li Şirnexê, Çawîşê Pispor Aslan A. yê li 1’emîn Tûgaya Komando ya Leşkerî erkdar, li Şirnexê li dijî du zarokên 13 salî êrîşa zayendî pêk anî. Li ser qêrîna zarokan ku kesên derdorê bihîstin mudaxele li êrîşkar hat kirin û zarok ji destên wî hatin xilaskirin. Kesên derdorê piştî zarok ji cihê bûyerê dûr xistin Aslan A. jî teslîmê polîsan kirin û bi sûcdariya “Êrîşa zayendî” û “Bi çekê gef xwariye” hat girtin. Li dijî bûyerê li gelek bajaran bertek hatin nîşandan û bûyer hat şermezarkirin.  Parêzer Aycan Îrmez derbarê dozê de ji ajansa me re nirxandin kir.    Aycanê, anî ziman ku di demên dawiyê de bûyerên êrîşa zayendî gelek zêde bûne û wiha got: “Kesên ku bi gûmana êrîşa zayendî û tecwizê tên girtin piştî ku sûc li wan heq dibe cezayê pêwist nadin wan û ev jî cesaretê dide van kesan. Cidibe bila bibe ji bo me tişta esas îfadeya mexdûran e. Wekî ku tê zanîn di qanûnê de hîn gûhertin tên kirin. Bi taybetî jî derbarê êrîşa zayendî de. Di demên dawiyê de li dijî zarokan êrîşên zayendî gelek zêde bûn û ev bandorê li jiyana mirovan jî dike. Mixabin di serdema dawî de  bi taybetî hin guhertinên di xala 103’an a qanûnê de di rojeva AKP’ê de ne. Dixwestin vê pêşnûmeyê di 2016’an de di parlamentoyê re derbas bikin. Lê belê bi têkoşîna jinan û saziyên jinan ev pêşnûma hat sekinandin. Lê dibe ku carekedin bê meclisê û her wiha heta niha ji xwe ji rojevê jî neketiye. Her roj jin di debarê vê mijarê de li qadan di çalakiyan de ne. Her wiha mirov dikare bibêje ku ev pêşnûme wekî efûya ji bo êrîşkaran jî dibe bê sazkirin.”     ‘Guhertinên ku tên kirin divê yekalî neyên kirin’   Aycanê, destnîşan kir ku di qanûnan înfazê de herî dawî gûhertin hatine kirin û bi vê gûhertinê re gelek kesên ji êrşa zayendî û ji tecawizê hukumxar serbest hatine berdan. Aycan, bi lêv kir ku li şûna cezayê van kesan ji van sûcan dûr bixe bihata dayîn berovajî wê hatiye kirin û ev sûcdar hatine efûkirin. Aycanê, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber qanûnên tên derxistin pêşiya bûyerên êrîş û tecawizê nayê girtin û wiha berdewam kir: “ Dibêjin ku em ji bo ewlehiya zarokan bigirin van qanûnan diguherin. Lê piratîka wan û sedema guhertina wan a qanûnan gelek cuda ye.  Divê di serî de ji bo zarokan hin briyar bên girtin. Li dijî van bûyeran jî tim jin û saziyên jinan li ber xwe didin. Dema em bi hev re bixebitin em ê wê demê bikaribin parastina zarokên xwe jî bikin.”   ‘Daxuyaniya walîtiye nayê qebûlkirin’   Aycanê, bal kişand ser daxûyaniya ku Walîtiya Şirnexê di derbarê bûyerê de weşand û wiha pêl da axaftina xwe: “Lêpirsîn niha berdewam dike. Serdozger biryara nepenîtiyê daniye ser dosyayê. Li gor fikrên me derbarê bûyerê wê lêpirsîn berfirehtir bibe. Em wek Baroya Şirnexê şopdarê bûyerê ne. Her wiha daxûyaniya ku Walîtiyê derbarê bûyerê de da nayê qebûl kirin. Bûyer aşkera hatiye kirin. Ji ber wê daxuyaniya walîtiyê ku hewl da ser bûyerê bigire civak aciz kir. Ji ber delîlên şênber ên li holê dadger biyra girtina gûmanbar da. Piştî ev qas tişt û delîlên li holê hewce nedikir ku ev daxûyanî bê dayîn.”   ‘Em ê bibin şopdarê dosyeyê’   Aycanê, herî dawî wiha got: “Di serî de şêniyên Şirnexê ji aliyê gel ve jî bertekên tund hatin nîşandan. Li gel biyra nepenîkirinê ya li ser dosyayê ji ber van bertekan û delîlên li holê dibe ku doz bê dîtin. Di aliyê hiqûqê de çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê bibin şopdarên dozê.”