Doza Pirsûsê: Wek doza komkujiyê nayê dîtin 2020-07-20 09:14:35   Şehrîban Aslan   AMED - Ji parêzerên doza Komkujiya Pirsûsê û endama OHD’ê Ruken Gulagaci diyar kir ku ji dozê gumanbarek tê darizandin, bersiv ji bo daxwazan nayê dayîn û got: “Ev doz wek doza komkujiyê nayê destgirtin. Wek dozên din di doza Pirsûsê de jî bêcezabûn esas tê girtin.”   Di ser komkujiya Pirsûsê re 5 sal derbas bûn. Li ber Navenda Çanda Amara ya li Pirsûsê endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku wê ji bo zarokên Kobanê pêlîstok û alavê alîkariyê bibirana, daxuyanî dan û di wê navberê de bombeyê zindî yê DAIŞ’ê Abdurrahman Alagoz xwe teqand û 33 kes qetil kirin. Ji sedî jî zêdetir kes birîndar bûn. Tevî di ser komkujiyê re 5 sal derbas bûn jî tu pêşketin di dozê de tune ye.   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve 18 meh şûnde îdianame hat amadekirin û runiştina yekem 21 meh şûnde hat dîtin. Ji dosyayê gumanbarek tê darizandin.   Qeyda gumanbar gihiştibû emniyetê   Derketibû holê ku qeyda ‘kesê ji terorê tê lêgerîn’ ya gumanbarê komkujiyê Abdurrahman Alagoz mehek beriya êrîşê yanî di 16’ê Hezîranê de gihiştiye Midûriyeta Emniyeta Pirsûsê. Der barê vê de doz hatibû vekirin û Midûrê Emniyeta Navçeyê yê demî Mehmet Yapalial ji sûcê ‘peywir îhmalkirinê’ hatibû darizandin û di runiştina sêyemîn a dozê ya di 9’ê Çileyê 2017’an de hatiye dîtin de li Mehmet Yapalial 7 hezar û 500 lîra ceza hatiye birîn.   ‘Bêcezabûn esas tê girtin’   Ji parêzerên doza Komkujiya Pirsûsê û endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ruken Gulagaci da zanîn ku di runiştinan de daxwazên wan li ber çav nayên girtin û bi vê re jî hevkar, gumanbar û komkujî tê parastin. Rukenê wiha got: “Ji bo bêcezabûna di komkujiyên berê de pêk neyê, 5 sal e çi ji destê me tê em dikin. Carcaran daxwazên me bên qebûlkirin jî lê biryarên navberê yên dadgehê di vî alî de pêş dikevin. Ji bo ku gumanbarên komkujî pêk anîne ceza bigirin, berpirsên siyasî derkevin holê em hewl didin. Wek me di runiştinan de jî got Pirsûs girîng bû. Ger lêpirsînek rast û bi bandor bihata meşandin wê pêşî li komkujiya Enqereyê bihata girtin.”   ‘Gumanbar naynin runiştinan’   Rukenê destnîşan kir ku runiştin li kampusa înfaza cezayê ewlehiya bilind de di bin çekan de tê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hinceta ewlehî û li ser daxwaza gumanbar Yakup Şahîn ê gumanbar naynin runiştinan. Me ji heyeta dadgehê re bi dehan carî got ku dosya ji bo civakê girîng e. Ji ber vê jî me got gûmanbar bînin runiştinê. Lê ev daxwaz nehat qebûlkirin.”   ‘Divê hemû gumanbar bên darizandin’   Rukenê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di çarçoveya dosyayê de du gumanbarên din jî hene û wiha daxuyand: “Her çiqas me bi dehan carî got ku divê hemû berpirs bên darizandin jî dosya niha wisa pêş dikeve. Hevjînên wan di îfadeyan de gotine her du gumanbar li Sûriyeyê ne û li ser vê ev îfade esas hatine girtin. Lê israra me ev e ku berpirsê siyasî jî têde hemû gumanbar bên darizandin. Piştî teqînê meleyê bi navê Omer Aslan ê di destê wî de ala DAIŞ’ê ji aliyê gel ve tê ferqkirin û teslîmê polîs tê kirin lê polîs beyî ku tiştekî bike berdide. Ji serî de me got ku divê Omer Aslan bi sifata gumanbar di dosyayê de cih bigire. Dadgeh der barê aqûbeta Omer Aslan de bersivê nade. Omer Aslan di dosyayê de 5 sale navê wî derbas dibe. Omer Aslan ne wek gumanbar, wek meleyê şahid tê dîtin.”   ‘Malbat xwe di bin zextan de hîs dikin’   Rukenê bi lêv kir ku ji ber runiştin li kampusa girtîgehê tên dîtin malbat jî xwe dibin zextan de hîs dikin û ji kontrolan derbas dibin,heta dikevin salonê jî gelek pirsgirêk tên jiyîn. Rukenê wiha berdewam kir: “Heyeta dadgehê heta ku fêr bû ku ev doza komkujiyê ye, dem derbas bû. Mînak tevî ku doz ket sala 5’an dîmenê teqînê bi zor ketin dosyayê. Dîmenên tên kêm in. Tevî her tiştî em di daxwaza edeletê de bi israr in.”