Ayşe Gokkan serbest hat berdan 2020-07-18 11:06:29   AMED - Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû destpêkirin de û di encama biryara girtina 33 kesan de di 14'ê Tîrmehê de bi ser malan de hatibû girtin û 28 jin hatibûn binçavkirin. Ji 28 jinan 18 jê ji aliyê 2'yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê bi tedbîra kontrola edlî serbest hatin berdan û têkildarî 5 kesî de biryara girtinê hat dayin û ew şandin girtîgehê.   Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokan hatibû binçavkirin û bi tedbîra kontrola edlî hatibû berdan. Hîn lêpirsîna Ayşe neqediyabû vê carê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê de biryara girtinê ji bo wê hat dayin. Ayşeyê li Edliyeya Amedê bi rêya Sîstema Dîmen û Deng (SEGBIS)  bi beşdariya parêzerê wê îfadeya wê hat girtin. Ayşe di lêpirsîna Dîlokê de jî bi tedbîra kontrola edlî serbest hat berdan.