Dozger êrîşa zayendî wek ‘destavêtinê’ dît 2020-07-16 09:04:07   MÊRDÎN - Li Mêrdînê ajokarê serwîsê Hasan A. li hember zarokekê êrîşa zayendî pêk anî. Dozgerê ku bûyer wek ‘destavêtina’ fîîlî nirxand ji sûcê ‘bi destavêtinê, li hember zarok îstîsmara zayendî pêk anî’ îdianame amade kir.   Li Tirkiyeyê zarok li malê, dibistan, kolan, park, serwîs û bi kurtasî li her derê rastî îstîsmarê tên. Pêşnûmeyên ku îstîsmarê rewa dikin tê rojevê û parastina gumanbaran û polîtîkayên bêcezabûnê jî bêguman pêşî li îstîsmarê vedike. Mînakek vê li Mêrdînê hat jiyîn. Di Kanûna 2019’an de li Mêrdê ajokarê serwîsê Hasan A. (30) zarokek îstîsmar kir. Hat hînbûn ku gumanbar zarok di serwîsê de îstîsmar kiriye û piştî zarok ji serwîsê derketiye, tiştên jiyaye ji malbatê re gotiye û bûyer întîkalê darazê kiriye.   Bûyer di asta ‘destavêtinê’ de ma!   Piştî gilîkirinê gumanbar îfade da û sûcdarî qebûl nekir û serbest hat darizandin. Piştre der barê gumanbar de îdianame hat amadekirin. Ji sûcê ‘bi destavêtinê, li hember zarok îstîsmara zayendî’ ji 3 salan heta 8 salan îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de jî sûcê gumanbar wek ‘destavêtin’ hat nirxandin û wiha hat gotin: “Gumanbar sûcdarî qebûl nekiriye, dayik û bavê mexdûrê jî der barê gumanbar de gilî kirine. ”   Yekemîn rûniştin di 14’ê îlonê de wê bê dîtin.