Fîgen Yuksekdag: Darbeya siyasî dewam dike 2020-07-14 11:28:19   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya serdema berê Fîgen Yuksekdag a ku di doza girtî tê darizandin de parastin kir wiha got:"Îro dema em lê dinêrin darbeya siyasî dewam dike. Li dijî pergala hiqûqê jî darbe pê tê. Em mexdûrên darbeya li dijî hiqûqê tên kirine."   19'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya serdema berê Fîgen Yuksekdag li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir. Figen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kandirayê ye bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parlamenterên HDP'ê Semra Guzel û Kemal Pekoz û Mahmut Togrul beşdarî rûniştina li Edliyeya Sihhiyeyê pêk hat bûn.    Fîgenê bi îdiayên "Rêvebertiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê","Muhalefeta têkildarî meş û civînan","Tehrîka dijminatî û kînê ya gel","Tehrika kirina sûc","Biçûkxistina miletê tirk, dewleta tirk û saziyên dewleta tirk" tê darizandin.    Piştî tespîta nasnameyê Fîgenê mafê axaftinê girt. Fîgenê anî ziman ku girtin darebeyeke siyasî ye û wiha got:"Darbeya siyasî dewam dike. Em di aborî jiyana civakî de darbeyê dibînin. Herî zêde jî darber li ser hiqûqê tê kirin."