Rûniştina Rojnameger Kîbrîye Evren hat taloqkirin 2020-07-14 11:02:28   AMED - Doza darizandina Rojnameger Kîbrîye Evren a bi îdiaya 'Endamtiya rêxistinê' hatibû destpêkirin û li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin taloqî 26'ê Mijdarê hat kirin.   10'emîn rûniştina doza darizandina Rojnameger Kîbrîye Evren ku bi îdiaya 'Endamtiya Rêxistinê' û 'Propagandaya Rêxistinê' dest pê kiribû li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kîbrîye ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Kîbriyeyê Pîrozhan Karali, Resûl Tamur beşdarî rûniştinê bûn.    Lêpirsîn aîdî 2012'an e   Di rûniştinê de hat diyarkirin ku lêpirsîn aîdî 2012'an e. Parêzeran diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê Kîbriye beşdarî rûniştinê nebûye.    Dadgehê rûniştin taloqî 26'ê Mijdarê kir.