Daneşîna endam Rosayê Fatma sibe ye 2020-07-12 15:19:01   AMED - Daneşîna yekemîn a doza endama damezrîner a Rosayê Fatma Gultekîn sibe li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin.   Li Amedê di 22'yê Gulanê de bi ser malên jinên siyasetmedar û aktîvîst de hatibû girtin û 13 jin hatibûn girtin. Ji van jinên ku hatin girtin yek jê jî endama Damezrîner a Komeleya Rosayê Fatma Gultekîn bû. Daneşîna yekemîn a doza Fatmayê sibe li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin.    Komeleya Jinan a Rosayê beriya daneşînê li ser hesabê xwe yê medya civakî parkevekirinek kir. Parvekirina Komeleyê wiha ye: "Endama damezrîner a komeleya me FATMA GULTEKÎN sibe saet di 11.20 de derdikeve pêşberî dadger. Em li gel hevala xwe ya têkoşînê ne û dixwazin demildest serbest bê berdan.  #Têkoşîna jinê nayê darizandin"