Serdozgeriya derbarê destdirêjiyê de daxuyanî da piştre poşman bû 2020-07-12 12:28:42   RIHA - Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, derbarê destdirêjiya li Hawagê de daxuyaniyek dabû. Serdozgeriya daxuyanî da piştre polşman bû û înkar kir.    Li dijî nûçeya Ajansa Mezopotamiyayê (MA) ku derbarê destdirêjiya ji aliyê alîgirê mudur O.K. li lîseyeke li Hawagê ya Rihayê li xwendekar B.T. hat kirin de, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê daxuyanî da.   Dozgeriyê bi sernavê "Daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo cemawerî rast bê agahdarkirin" daxuyanî da. Di 1'ê Çileya 2020'an de bi fezlekeyekê lêpirsîn dan destpêkirin. Di 16'ê Çilede doz vekirin. Serdozgeriyê di daxuyaniyê de anî ziman ku beriya doz li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin, daxwaznameya ku dayik û bav ji dozê vegeriyane ji dadgehê re şandine.    Serdozgeriyê daxwaznameya ku dayik û bav di roja danişînê de dane esas girt. Dozgeriyê daxwaznameya ku ji midûrê dibistanê re hatiye şandin jî nedît. Di daxwaznameyê de cih dan hûrguliyên destdirêjiyê. Serdozgera Komarê ya Hewagê ku lêpirsînê dimeşîne aşkere kir ku di  gotinên mexdûr de sedema negirtina bersuc nayê vegotin. Piştî vê daxuyaniyê saetek şûnde serdozgeriyê daxuyaniya xwe înkar kir.