Daneşîna doza Rosayê bi lez û bez hat dîtin 2020-07-06 16:48:37   AMED - Daneşîna doza Seroka Komeleya Rosayê Adalet Kaya û endama komeleyê Remziye Sizici ku wê di 9'ê Tîrmehê de bihata kirin îro hat dîtin.   Di çarçoveya operasyona ku di 22'yê Gulanê de li dijî Komeleya Rosayê pêk hat de, ji kesên hatin binçavkirin yek jê bi cezayê hepsa malê bi giştî 9 jin hatin girtin. Ji jinên ku hatin girtin seroka komeleyê Adalet Kaya û endama komeleyê Remziye Sizici daneşîna dosyaya ku jê dihatin darizandin wê di 9'ê Tîrmehê de bihata kirin, lê hat diyarkirin ku daneşîn îro hatiye kirin.    Daneşîna ku Adalet û Remziye neanîne ji parêzeran re jî agahî nehat dayîn. Hat diyarkirin ku daneşîn hatiye taloqkirin û ji bo Adalet û Remziyeyê jî biryara ku rewşa wan a gitî berdewam bike hatiye dayîn.