Sedema biryara beraetê ya derbarê Sebahat Tuncel de aşkera bû 2020-07-06 14:32:57   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, di doza lê hatibû vekirin de beraet kir. Di biryara şandeya dadgehê de hat gotin, “Dadger nikare bi xwendina niyetê tevbigere.”    Sedema biryara beraetê ya doza bi îdîaya “Li dijî qanûnê civîn û meş li der xistiye, bi rêve biriye û tevlî bûye” derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel de hatibû vekirin û li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Sîlîvrî hatibû dîtin, hat aşkerekirin.   Di danişîna biryarê ya di 19’ê Hezîranê de hat dîtin de hatibû gotin ku Sebahatê weke parlamenterekê li ber salona  danişînê rawestiya bû û tiştekî ku sûc be nekiriye.   Şandeya dadgehê di biryara xwe ya da de wiha got: “Tuncel hatiye qada li ber salona danişîna 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Saziya Înfazê ya Ceza ya Sîlîvrî û di axaftina kiriye de, îtabî qerebalixtiyê kiriye û gotiye, ‘sibe emê saet ne li vê derê kom bibin. Emê sibe hin bi hêztir bên vê derê.’ Ji ber vê axaftina xwe doz derbarê wê de hatiye vekirin. Tu delîlên şênber ên ku Tuncel li dijî qanûnê, civîn û meş li der xistiye, bi rêve biriye û tevlî bûye, tuneye.”     Şandeyê biryara dadgeha bilind esas girt û wiha da xuyakirin: “Dadger nikare bi xwendina niyetê tevbigere. Tenê dikare delîlên sûc û cezakirinê binirxîne.”   Sebahat di sala 2012’an de ji ber axaftina piştî danişîna doza Sereke ya KCK’ê li Sîlîvre kiribû, di sala 2017’an de doz lê hatibû vekirin û ji vê dozê beraet kiribû.