Daneşîna doza têkildarî zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin 2020-07-03 16:24:54   AGIRÎ  - 4’emîn danişîna doza derbarê zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezîrganê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin de hatibû vekirin, îro hat dîtin. Di daneşînê de biryar nehat dayin û daneşîn hat taloqkirin.    4’emîn danişîna doza derbarê zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirganê yê Agiriyê di 15’ê Hezîrana 2018’an de winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin de, hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê giran a Agiryê îro dest pê kiribû. Parêzerên endamên Komeleya  Destdirêjî û Têkoşîna Zarokan a Mamosteyên Saadetê (UCÎM) danişîn şopandin.  Danişîna ku îro hat dîtin taloqî 2'yê Cotmeha 2020'an hat kirin.    Dozgerê di 17’ê Hezîranê de mutalaya xwe ya têkildarî dozê temam kiribû, diyar kir ku apê Leyla yê girtî tê darizandin Yûsûf Aydemîr, xizmên wê Mehmet Alî Aydemîr û Besîm Dûrsûn di nava “raman û çalakiyek hevpar de” Leyla qetil kirine û ji bo wan cezayê muebata giran û her yek 14 sal cezayê girtîgehê xwest. Dozger di heman demê de, ji bo A.A û Y.A yên ne girtî tên darizandin jî bi sûcdariya “kes ji azadiya wê kirin û bi zanebûn kuştina mirov” 29 sal û 4 meh cezayê girtîgehê daxwaz kir. Di mutalayê de ji bo apê Leyla M.A. û H.D. beraet hat xwestin.      'Bila li tu Leylayan wer neyê...'   Piştî rûniştinê Şêwirmenda Giştî ya UCIM'ê parêzer Ayşegul Aydogan daxuyanî da. Ayşegulê diyar kir ku Leyla ji aliyê xizmê xwe ve birçî hatiye hiştin û bi îşkenceyê rû bi rû hatiye hiştin û wiha got:"Ev zarokên me ne. Ew siberoja me ne. Em mecbûr in wan biparêzin. Em ê wekî UCIM'ê di 2'yê cotmehê de bi awayekî qerebalix ji bo em hesab bipirsin em ê li vir bin. Bila li tu Leylayan wer neyê. Ji bo li tu Leylayên din wer neyê em ê bibin dojeha kujer û îstismarkaran."