‘Di pêvajoya pandemiyê de serlêdanên şîdetê zêde bûn’ 2020-06-23 09:17:13   AMED - Parêzera OHD’î Seda Zengîn diyar kir ku di pêvajoya vîrûsê de ji ber şîdet û îşkenca polîsan serlêdan zêde bûne û wiha got: “Yên îşkencê dikin jî cesaretê digirin. Hêzên ewlehiyê ji ber rayeyên ji bo wan tên dayîn xwe wek daraz dibînin û li gorî wê tevdigerin.   Li Tirkiyeyê di pêvajoya pandemî de şîdeta polîsa jî zêde bû. Li Amed, Stenbol, Tekîrdag, Mêrdîn û gelek bajarên din, şîdeta polîs û nobedaran hat rojevê. Li Amedê rêbaza îşkencê li hember M.E.C ya hat binçavkirin pêk hat. Li gorî rapora Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê ya di navbera 11’ê adar û 11’ê gulanê de hatiye amadekirin de bi hinceta li gorî tedbîran tevnegeriyan 61 kes rastî şîdet, îşkenca polîs û nobedaran hatine. Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Seda Zengîn polîtîka şîdet û bêcezabûnê nirxand.   Sedayê diyar kir ku divê li gorî qedexeya îşkence û pêkanînên xerab, tevbigerin û got di rewşên mijara gotinê de divê der barê hemû peywirdarên cemawerî de lêpirsîn bê kirin û got: “Gelek rêgezên wek darizandina adîlane, mafê jiyan û parastinê tê binpêkirin. Serê bûyeran tê girtin. Ji ber vê jî pêkanînên îşkence û nebaş zêde dibin.”   ‘Îşkencekar cesaretê digirin’   Sedayê bi lêv kir ku kesên îşkencê jî dikin, cesaretê digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îşkence encama rayeya ji bo hêzên ewlehiyê tê dayinê ye. Di 18’ê hezîranê de rayeya nobedaran hat berfirehkirin. Ev hêz ji ber vê rayeya berfireh xwe wek merciya darazê dibîne û li gorî vê tevdigere. Li welatê me pergaleke ji mafê mirovan bêpar pêk tê. Di demê dawî de rêgaza giran a şîdetê, îşkenceyê rû daye.”   ‘Li muvekîlê min derb, heqeret û îşkence pêk hatiye’   Sedayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku şaxa wan ji ber îşkencê serlêdanandigire lê di dema pandemî de ev zêde bûye û ev tişt bi lêv kir: “Welatî li kolanan bê sînor tên derbkirin. Çar girtî ji girtîgeha Êlihê anîne Girtîgeha T4 a Amedê. Malbatên wan serlêdan kirin. Di rojên borî de di şeva 31’ê gulanê de li taxa Îskenderpaşa a Sûrê, muvekîlê min rastî îşkence û derbkirinê hatine. Muvekîlê min û hevalê xwe hatine rawestandin û kontrolkirin û hatine sekinandin. Rastî îşkence, tehdîd û heqeretan hatine. Me serlêdana sûc kir.”   Sedayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser serlêdanên ku dikin û bi lêv kir ku ji bo serlêdanên ku tên kirin divê bi lez lêpirsîn bê kirin û got ji bo vê hewl didin.