Sê jin serbest hatin berdan 2020-06-22 17:05:05   AMED - Ceylan Aslan, Jiyan Taş û Emîne Akin ku di 19'ê Hezîranê de di encama serdegitina malan de hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.   Li Amedê di 19'ê Hezîranê de bi ser malan de hatibû girtin û di encama serdegirtinê de Endama Meclisa Şaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan , Aktvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  Jiyan Taş û Endama Meclisa Şaredariyê ya Bisimlê Emîne Akin hatibûn binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin duh karê wan li emniyetê qedeiya û îro sewkî Edliyeya Amedê hatin kirin.    Ceylan, Jiyan û Emîne piştî ku sewkî dadgeriyê hatin kirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.