Polîtîkayeke xilaskirinê: Doza polîs Ercan Uysaler 2020-06-21 09:24:54   MÊRDÎN - Polîsê berê Ercan Uysaler ku ji aliyê qeyûm ve wek midûr hatibû tayînkirin, xebatkareke jin tacîz kiribû û fuhuş lê ferz kiribû. Di doza derbarê bûyerê de hatibû vekirin de tevî ku 11 sal û 3 meh ceza li gumanbar hatibû birîn jî nehat girtin. Bertekên li dijî mijarê didomin. Endama Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê Melîke Bîsîkletîler, got divê hikûmet demildest dawî li polîtîka bêcezabûnê bîne.   Qeyûm Mustafa Yaman yê di 2016’an de tayînê şaredariya Mêrdînê hatibû kirin, wê demê polîsê bi navê Ercan Uysaler tayînê midûriyeta Kent. AŞ kiribû. Ercan Uysaler wê demê xebatkareke jin tacîz kiribû û fuhuş lê ferzkiribû. Der barê vê de jî qeydên deng di çapemeniyê de derketibûn holê. Piştî bûyer derketibû holê şûnde der barê gumanbar de ji sûcê ‘êrîşa zayendî ya sivik’ doz hat vekirin û di doza 9’ê Çile de li Ercan Uysaler 11 sal û 3 meh ceza hat birîn. Tevî biryarê gumanbar hîna li derveye û dosya jî li îstînafê ye.   Tevlî runiştinan nebû   Doz li yekemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Mêrdînê hat dîtin û tevî biryara bi zor divê bê dozan jî , gumanbar tevlî runiştinan nebû û tevî ji meha Çile de ceza girtiye jî nayê girtin. Endama Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê Melîke Bîsîkletçîler bertek nîşanê rewşê da û diyar kir ku hîna ku Ercan Uysaler zirar nedaye jineke din bila bê girtin.   ‘Dawî li polîtîka bêcezabûnê bînin’   Melîkeyê daxuyakirin ku ev rewş nikare bê qebûlkirin û got: “Ercan Uysaler li ku ye, çima hîna nehatiye girtin, polîs der barê mijarê de çi dike, em nizanin. Tevî ceza hatiye dayîn 6 mehe nayê girtin. Ev jî polîtîka bêcezabûnê tîne hişê mriovan. Hîna ku zirar nedaye jinek din divê bê girtin. Divê hikûmet pêngavê bavêje.”