Mêrê ku Gullî Yilmaz qetil kir wê bi muebeta giran bê darizandin 2020-06-17 09:05:47   Şehrîban Aslan   AMED - Gullu Yilmaz ji aliyê Can Yilmaz ve hatibû qetilkirin û der barê gumanbar de bi daxwaza muebeta giran û heta 20 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.   Li Erganiya Amedê di 17’ê cotmeha 2019’an de mêrê bi navê Can Yilmaz (35) hevjîna xwe Gullu Yilmaz (33) qetil kiribû. Gullu li nexweşxaneyê 12 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Zaroka Gulluyê jî di dema bûyerê de birîndar bû. Can Yilmaz jî 11 roj şûnde hat girtin. Dozgeriya Komarê ya Amedê jî ji sûcên ‘bi hestên çavsorî ji qestî hevjîn qetilkirin’ bi daxwaza cezayê muebeta giran û ji 13 salan heta 20 salan ceza îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.   Rûniştina yekem di 14’ê îlonê de wê bê dîtin. Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê daxwaz kir ku tevlî dozê bibe. Parêzer Gevriye Atli ya bi dosya Gullu re eleqeder dibe derbarê pêvajoyê de axivî.   Tedbîr qels in   Gevriyeyê destnîşan kir ku Gullu beriya bê qetilkirin, rastî şîdetê hatiye du caran serlêdan kiriye lê gumanbar ji her dosyayan jî ceza negirtiye û Gullu beriya her du lêpirsînan jî li stargehê maye û got: “Gumanbar ji bo Gulluyê îqna bike soz daye, ji stargehê derxistiye û biriye malê. Ger li stargehê tedbîr bihatana girtin wê wisa nebûya.”   ‘Li kîjan serşoya malê benzîn heye gelo?’   Gevriyeyê daxuyaniyakirin ku gumanbar bi plankirî Gullu qetil kiriye û wiha berdewam kir: “Gelo li kîjan malê di serşoyê de benzîn heye?Ji ber vê sedemê jî bi awayekî eşkere tê dîtin ku kuştin hatiye plankirin. Ev kuştin wisa di carekê de nebûye. Ya din jî xwestiye du zarokên din bişîne derve. Ji Gullu re gotiye em pirsgirêkan biaxivin. Lê keça mezin li malê bûye. Ev fikrên gumanbar tenê nîşan dide ku cînayet plan kiriye. Gullu li nexweşxaneyê ji polîsan re dibêje ‘hevjînê min ez şewitandime’. Polîsên ev bihistiye wek şahid çûnde dadgehê.”   ‘Gumanbar hewl daye keça xwe jî qetil bike’   Gevriyeyê balkişand ser îfadeyê gumanbar û got gumanbar îdia kiriye ku ji hevjîna xwe re gotiye nexebite û tevî vê gotiye ez dixebitim û got: “Bi van îfadeyan hewl da xwe xilas bike. Gumanbar çawa Gullu qetil kiriye, hewl daye keça xwe jî wisa qetil bike. Der barê vê de jî dozgeriyê ji ‘teşebusa kuştinê’ doz vekir. Piştî bûyerê dozger bi lez lêpirsîn da destpêkirin. Di rewşên normal de li Cezaya Asliyê dosya wisa bi lez bi encam nabin.”   ‘Welayeta zarokan ji bav hat girtin’   Gevriyeyê da zanîn ku Dadgeha Hiqûqa Asliyeyê ya Erganiyê daxwaza rakirina welayeta zarokan a ji bav, qebûl kiriye û dadgehê jî biryara welayetê rakiriye û piştre wê bidin dayika Gulluyê.