Dest ji gilî bernedin: Em wek baro ligel we ne 2020-06-15 09:05:23   WAN - Parêzer Ebru Demîrtepe da zanîn ku wek Komîsyona Mafê Jinan a Baroyê her cureyê serlêdana şîdeta li hember jinan digirin û got: “Bila jin li dijî şîdeta ku pê re tên rû hev tu car dest ji giliyên xwe bernedin. Em wek komîsyon heta dawî amade ne ku her cureyê piştgiriya hiqûqî bidin.”   Li Tirkiyeyê şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe û di vê pêvajoya ku şîdet li malê, kolan û kargeriyan pêk tê, jin jî torên têkoşînê mezin dikin. Ji Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê Ebru Demîrtepe diyar kir ku ev saleke bi awayekî çalak serlêdanên şîdeta li hember jinan digirin û dosyayan bi awayekî çalak dişopînin û xebatên beriya pandemî û piştî vê vegotin.   ‘Em 24 saetan serlêdanan digirin’   Ebruyê daxuyakirin ku serlêdanên şîdeta aborî, derûnî, fîzîkî û zayendî digirin û wiha pê de çû: “Em daxwazên destberdanê jî berê wan didin buroya edlî ya baroya xwe. Her wiha dîsa hejmara ragihandinê ya çalak a komîsyonê heye. Bi giştî li ser vê xetê xwe digihînin me. Hevalên me 24 saetan ji ser vê xetê serlêdanan digirin. Piştre berê wan didin hevalên têkildar. Hewce bike hevalên me fizîkî hevdîtinê dikin. Weke din jî piranî ji bo bişêwirin û ji qanûna 6284 fêdeyê bigirin digerin. Em agahdarkirinê dikin. Dîsa yên bixwazin jî em doza wan dişopînin.”   ‘Jinan rapora derbê negirtin’   Ebruyê her wiha bi lêv kir ku şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêvajoya pandemiyê de pirsgirêkek wisa hat jiyîn. Mînak jineke serlêdan kiribû, keça wê li zanîngehê dixwend. Ji ber şîdeta dîtibû daxwaza stargehê kir. Lê ji ber şertên stargehê têr nebûn lê nema. Xwest derkeve derveyê bajar, lê nikaribû derkeve. Ji ber vê jî ji bo keça wê mexdûr nebe, li dijî şîdetê bêdeng ma. Piranî jinên rastî şîdetê tên zewicandî ne û zarokên wan hene. Di pêvajoya pandemiyê de saziyeke ku ji bo şîdetê bike rapor nema. Di pêvajoya pandemiyê de ji xwe beşên lezgîn yên nexweşxaneyan tije bû. Li aliyê din jî ji ber tirsa vîrusê kes zêde ji bo girtina raporê jî neçûn.”   ‘Di 6284’an de sînorkirin anîn’   Ebruyê anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de xeta şîdetê hatiye avakirin û dewletê li dijî şîdeta ku zêde bû jî pêngavên şênber neavêt û wiha pê de çû: “Li welatên din hinek tedbîr hatin girtin; bi pêşnûme qanûnên nû xetên têkoşîna li dijî şîdetê yên 24 saetan hatin vekirin. Lê li welatê me bihêlin tedbîrê, her carê Peymana Stenbolê ji nîqaşê re vekirin. Heta ji HSK’ê ji bo sînorkirina xalên 6284’an pêşniyar hatin kirin. Gotin; Xala 6284 bi sînor bi kar bînin û gumanbarê vîrusê yanî bi awayekî gumanbar bê parastin bi kar bînin. Li welatê me xetê îxbarê ji aliyê saziyên jinan ve hatin avakirin. Saziyên devletê tu tedbîr negirtin. Jin ji xwe hepsê malê hatibûn kirin. Kes nizane ku li malê çi dibe çi nabe.”   ‘Bi awayekî şîdet tê veşartin’   Ebruyê destnîşan kir ku li herêmê jinên rastî şîdetê tên, ji bo serlêdanê bikin xwe vedikşînin û wiha pê de çû: “Bi giştî cîran û xizmên van jinan serlêdan dikirin. Jinên rastî şîdetê hatibûn xwe didan alî. Ji ber fikaran naxwazin bêjin ku rastî şîdetê hatine. An jî şîdet bi awayekî tê veşartin.”   ‘Tirs bandor li gilî dike’   Ebruyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek komîsyon tevlî gelek dozan bûn. Me yekser doz şopandin.Mixabin jinên li dijî şîdetê serlêdana sûc dikin jî piştre dest ji gilî berdidin. Ji ber ku ditirsin. Dest ji biryara xwe berdidin. Em jî di vê rewşê de nikarin tiştekî bikin. Divê jin dest ji giliyê xwe bernedin. Em amade ne ku heta dawî her cureyê piştgiriya hiqûqî bidin jinan.”