Cezayê muebetê ji mêrê ku jina ducanî qetil kir, hat birîn 2020-06-10 10:27:29   MANÎSA - Li mêrê bi navê Zakir Barçîn ê ku jina bi wî re zewicî ya bi navê Turkan Kulu qetil kir, cezayê muebbetê hat birîn.    Li Naçveya Somayê ya Manîsayê jina ducanî ya bi navê Turkan Kulu ji aliyê mêrê bi navê Zakir Barçîn ê pê re zewicî bi çekê hat qetilkirin. Biryara rûniştina doza Zakir hat dayin. Dadgehê daxistina "halê xweş","tahrîk" ji bo mêrê ku Turkanê li ber du zarokên wê qetil kir, pêk neanînin. Ji bo Zakir cezayê muebbetê hat birîn.