‘Delîl tên tunekirin û bi raporan dilîzin’ 2020-05-30 09:19:24   Dilan Babat   ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaoglullari şîdeta polîsan a di pêvajoya pandemiyê de zêde bûye nirxand û da zanîn ku şîdeta polîsan ku veguheriye dozê jî bi bêcezabûnê bi encam bûye û got: “Rapor bi talîmatan tên sererastkirin. Delîl tên tunekirin an jî bi raporan dilîzin.”   Piştî 4 roj qedexeya derketina derve şûnde şîdeta polîs lig elek bajarân hat dîtin û di çapemeniya civakî de hat weşandin. Li Stenbol, Edîrne, Çorlu û Edenê polîsan şîdet bi  karanî. Kuryeya ku bertek nîşanê rewşê da rastî gotinên polîs yên wekê ‘min wisa biryar daye’ hat.   Parêzer Sevîn Hocaogullari, der barê şîdeta polîsan a di pêvajoya vîrusê de zêde bûye de nirxandin kir.   SevÎnçê da zanîn ku şîdeta polîsan tenê di vê pêvajoyê de pêk nehatiye û piştî ku ji aliyê civakê ve dîmen tên kişandin rewş zêdetir tê dîtin û wiha pê de çû: “ Berdevkê Wezîrê Karên Hundir Îsmaîl Çatan daxuyanî dan. Îro tişta ku em ji van bûyerên şîdetê agahdarin, dîmenên ku ji aliyê welatiyan ve tên kişandin û parvekirinê ne. Ger li hember polîs û nobedarên ku şîdetê pêk tînin, lêpirsîn bên vekirin jî, sedema wê wêneyên tên kişandinê ne. Piştî ev dertên holÊ, tên dîtin ku daneyên emniyet û walîtiyê ne rastin. Ev jî dide xuyakirin ku ji ber polîtîkayên bêcezabûnê pêk tên.”   ‘Pirsgirêka dihiqûqibûnê heye’   Sevînçê bi lêv kir ku her pêkanîna desthilatdariyê dijhiqûqî ye û her biryara ku desthilatdarî dide jî bi gotinên ‘min kir wisa bû’ pêk tê û hewl tê dayîn ku şîdet bê rewakirin. Sevînçê destnîşan kir ku ji serî heta jêr pirsgirêka dijhiqûqîbûn û rewabûnê heye.   ‘Rapor bi talîmatan tê amadekirin’   Sevînçê şîdeta polîs a di pêvajoya pandemiyê de zêde bûye nirxand û da zanîn ku şîdeta polîsan a veguheriye dozê jî bi bêcezabûnê encam bûye û wiha dawî lê anî: “Rapor bi talîmatan tê sererastkirin. Delîl tên tunekirin an jî bi raporan dilîzin û pêvajoyê dimeşînin.”