Parêzer Gazal Bayram Koluman: Daneyên di raporê de kêm dimînin 2020-05-08 09:09:34   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   AMED - DBÇHM'ê herî dawî rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafên zarokan a 5  aşkera kir. Cîgira Serokê  Baroya Amedê parêzer Gazal Bayram Koluman ku derbarê raporê de nirxandin kir diyar kir ku   tenê di pêvajoya karantinayê de 50 zarok li Amedê bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine. Ji ber wê daneyên di raporê de kêm dimînin.   Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê (DBÇHM) herî dawî daneyên 5 salan ên "lekolîneke parêzvanek ji bo mexdurên zarokê ku bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine parve kir. Li gorî raporê d  sala 2016 de 71, di sala 2017, 130, di sala 2018 de 142 û di sala 2019 de jî 50 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane. Lê xala herî balkêş di raporê de ev bû ku tenê di 4 mehên destpêkê yên sala 2020’an de 179 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane. Têkildarî mijarê Cîgira Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman axivî.   'Zarok bi gelek prsgirêkên derûnî re rûbirû ne'   Gazalê anî ziman ku li gel vê  pêvajoyê tirseke cuda bi zarokan re peyda bû û wiha axivî:" Aşkera ye ku ev pêvajo metirsiyeke li dijî ewlehiya zarokan. Zarok di vê pêvajoyêde bi gelek pirsgirêkên dêrûnî  re rû bi rû man.  Wek mînak bûn şahidên tundiya zayendî û cudakiriya li dijî zarokan. manZarokên ku di malê de hatin hiştin bi tundiya fîzîkî re jî rûbirû  man."   'Daneyên di raporê de kêm dimînin'   Gazalê diyar kir ku aloziya heyî wê bandora neyînî li ser zarokên karker bike û got ku daneyên ji raya giştî re hatine parvekirin ne rastin û wiha pê de çû:" Ez di baweriya ku daneyên di raporê de têne dayîn  ne daneyên rastîn in de me.  Ji ber ku gelek êrîşên li ser zarokan ji darazê re nehatine ragihandin. Gelek zarok ji hêla xizmên xwe ve bi êrîşa zayendî re rûbrû dimîn û ev bûyer aşkera nabin. Divê ev hemû bên lêkolînkirin. Gelek navendên banga lezgîn ji bo zarokan 24 saetan çalak in? Ma zarok van gilîyan dizanin? Di vê malbat ragihînin. Dîsa,  hewceye ku zarokên li ser medyaya  civakî jî bi êrîşa zayendî re tên rûhev divê bên aşkerekirin. Dayîk û bav dikarin li bikaranîna zarokan a înternetê baldar bin û wan biparêzin.   Ji ber vê  ez dibêjim daneyên di raporê de kêm mane. "   'Berdana kujeran wê zirareke cidî bide jin û zarokan'   Gazalê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qanûna înfazê jî û wiha pê de çû:"   Kiriyarên kuştina bi guman, kesên sûcên êrîşa zayendî kirin Ji vê qanûna înfazê sûd girtin. Girtiyên siyasî ji vê paketê sûd negirtin. Lê belê, sûcdarên sûcên wekî gef,şantaj û  birîndar pêk anîn bi berdana wan ew ê  xetereyek cidî li ser jiyana jin û zarokan pêk bê. Diyare ku em ê li gel kujeran di heman civakê de tevbigerin. Her wiha aşkera ye ku wê kes teşwîkî sûc bên kirin."    'Divê materyalên  pêşîgirtina li ijî êrîşa zayendî bên belavkirin'   Gazelê diyar kir ku di serdema Covid-19 de li gorî 'Peymana Konseya Ewropa ya Parastina Mafên Zarokan divê Peymana Stenbolê, Kongreya Neteweyên  Yekbûyî ya Mafên Zarokan bikevin tevgerê ku ku zarokan li hemberî destdirêjiyê biparêzin. Divê materyalên li dijî êrîşa zayendî bên belavkirin. ji bo ku dayîk û bav  piştgiriyê  bidin zarokên xwe hewceye ku  hemû daneyan  rapor bikin."