‘Di pêvajoya vîrusê de li girtîgehan binpêkirina maf zêde bû’ 2020-05-06 09:10:00   WAN - Parêzera OHD’î Ekîn Yeter diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de binpêkirina mafan li girtîgehan zêde bûye û koxuş her tim nayên dezefektekirin, rûpûş û dezenfektan pir biha bûne, girtiyên nexweş nayên dermankirin.   Bi hezaran girtiyên siyasî ji derveyê qanûna înfazê hatin hiştin û tê zanîn ku heta niha 120 kes li girtîgehan bi vîrusê ketine. Her wiha tedbîrên têr jî nayên girtin û li ser hev agahiyên binpêkirinê tên. Girtîgeha Wan û Panosê jî her roj bi binpêkirina mafan tê rojevê.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ekîn Yeter, der barê tespîtên li girtîgeha Tîpa T, F, M û Ewlehiya Bilind a Wanê û girtîgeha Tîpa L ya Panosê de axivî. Ekînê diyar kir ku raporên der barê girtîgehan de amadekirine bi maseya krîzê ya Covîd-19 a Wanê re parve kirine.   ‘Lêgerîna cil û berg didome’   Ekîn daxuyakirin ku li girtîgehan hinek tedbîr hatine girtin lê qelsin û got: “Di ketina girtîgehan de xebatkarên girtîgehan, leşker lepik û rûpûşê wan hene. Lepik û rûpûş didin parêzeran û germahiya bedenê dipîvin. Dema hevdîtinê rûpûş û lepik didin girtiyan jî. Lê di hevdîtinên telefonan de girtî diyar dikin ku lepik û rûpûş nadin wan û lêgerîna cil û berg dikin.”   ‘Rûpûş bi 3 TL, dezenfektan bi 55 TL tê firotin’   Ekîn daxuyakirin ku koxuş her tim nayên dezenfektekirin û got: “Rûpûş, dezenfektan û lepikan nadin girtiyan. Tenê hinek deterjan didin. Bi taybet alavên paqijiyê li girtîgehan tên fiortin û gelek bihane. Li girtîgeha Tîpa T ya Wanê rûpûş bi 3 TL, li Tîpa L ya Panosê bi 1 TL tê firotin. Dezenfektan jî bi 55 TL tê firotin. Her wiha bikaranîna av, ceyran û xurekên serek jî ne bê pereye. Li Tîpa L ya Panosê pirsgirêka avê heye. Girtî bi ava laximê hewcedariyên xwe dikin. Her wiha alavê ji derve tên, pirtûk, rojname, kovar nayên dayîn û radyo tên komkirin. Tenê di televîzyonan de hinek kanal hene. Ji wir agahiyan digirin.Girtî di şertên tecrîdê de tê girtin.”   ‘Semîran Erbaga nayê dermankirin’   Ekîn destnîşan kir ku girtiyên nexweş jî nayên dermankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgeha Tîpa T muvekîla min Semîran Erbaga 27 saliye û nexweşxa tansiyona bilind e. Dermankirina wê tê astengkirin. Ji ber vê çend caran ji ber tansiyonê rewşa wê giran bû. Nebirin nexweşxanê.”   ‘Divê tahliye bên kirin’   Ekîn di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber hejmara girityan gelek zêdeye derfetên paqijî û dermankirinê jî tune û got: “Ev jî mafê jiyanê dike rîskê. Divê li hemû girtîgehan tedbîr bên zêdekirin. Divê demildest girtî bên tahliyekirin. Em wek OHD’î wê şopdarê vê bin.”