Parêzer Hatîce Demîr:Em ê dîsa hiqûqê biparêzin' 2020-05-04 09:01:00       AMED - Parezer Hatîce Demîr diyar kir ku  guhertinên qanûna înfazê  jiyana jinan neyînî bandor kir û got:" Zilamên ku sûcên li dijî jinan ên wekî birîndarkirin, gef, destdirêjî pêk anîn  ji vê guhertina qanûnê sûd girtin.”   Li seranserî cîhanê her kes ji  şewba vîrûsa koronayê bi bandor bû. Yek ji welatên ku herî zêde jî bi bandor bû jî Tirkiye bû. Li Tirkiyeyê jî ji ber  vîrûsa koronê gelek kesî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî  li nexweşxaneyan tên dermankirin. Bi hinceta ku wê li djiî şewbê li girtîgehan tedbîran bigirin di qanûna înfazê de guhertin pêk anîn û ji bilî girtiyên siyasî li bende ye ku wê 90 hezar girtiyên edlî bên berdan.  Berdana van kesn jî wê wê jiyana jin û zarokan bike bin xeterê. Li dijî vê qanûnê li gelek beşên civakî û rêxistinên jinan bertek hatin nîşandan.  Parêzera endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, parêzer Hatîce Demîr derbarê guhertina paketa înfazê û derbarê lêpirsîna ku ji ber komîsyonên baroyê bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş a derbarê  LGBTÎ’yan de ku li wna hatiye vekirin nirxandin kir.   'Kesên li dijî jinan suc pêk anîn ji vê qanûnê sûd girtin'   Haticeyê anî ziman ku li gel şewba vîrûsa koronayê  ewlehî û tendûristiya girtiyan ket rojevê û got ku ji ber vê yekê jî dewletê pêdivî dît ku di qanûna înfazê de hin guhertina pêk bine û ev tişt got:" Lêbelê, rêziknameyek ku  girtiyên siyasî  li derve dihêle û serbestberdana bazirganên hişbirê û sûcdarên destdirêjiya zayendî kirine derdixe pêşiya parlamentoyê. Ligel vê yekê, kesên ku bi awayeke hêsan li dijî jinan suc pêk anîne ji vê guhertina qanunê sûd  wergirtin."   'Ev qanûn, yek ji  mekanîzmayên Tirkiyeyê yên  giringe'   Hatîceyê bi domdarî bi lêv kir ku ev qanûn wê pêşiya tundiyê veke û hêzê bide mêrê desthilatdar û ev nirxandin kir:" Ev qanûn, yek ji  mekanîzmayên Tirkiyeyê yên herî  giring e. HSK’ê ji bo pêkanîna tedbîrên ku di çarçova Qanûna Jimara 6284 ya li ser Parastina Malbatê û beyî ku pêşiya tundiya li ser jinan bigire biryar girtiye de, bêyî ku gefek li tenduristiya aliyên mecbûrî bistîne, biryar girtiye."   'Daxuyaniyeke wisa sedema nefrete ye'   Hatîceyê di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş û wiha got:" Di dewleta laîk de hebûna saziyeke mîna diyanetê jixwe pirsgirîke.   Butçeya sala 2020'an a Diyanetê ji butçeya 16 wezaretan pirtire.  Di vî warî de tişta mirov xwemgîn dike ev e ku  ev  butçe  ji hemû pêkhateyên civakê tê komkirin.  Bi gotineke din, ew baca ku ji beşên civakê yên wan li dijî wan daxuyanî dabûn hatiye topkirine. Dîroka daxuyaniyê  jî girîng e. Ji ber ku meha Remezanê meheke pîroze û ji aliyê herkesî ve bi awayeke kêfxweş tê pêşwazîkirin û di heman demê de bi xwe re aştiyeke civakî,  hevkarî û dilpakiya civakî tîne. Daxuyaniyeke wisa dibe sedema nefretê. Ne gengaze ku mirov daxuyaniyeke wisa bi ol ve girê bide. "   'Parezer ji parastina mafên mirovan berpirsyar in'   Haticeyê bertek nîşanî lêpirsina ku der barê baroya Enqerê û Amedê de hat vekirin da û got ku baroyan Berpirsyariya xwe ya hiquqî bi vê daxuyaniyê anîne cih û got:" Piştî daxuyaniya Wezareta Dîyanetê , Komeleya Hiqûqnasên Amedê jî bertek nîşan da. Piştre der barê baroyê de lêpirsîn hate vekirin. Parêzer di warê parastin û parastina mafên mirovan û her wiha ji rêxistina pîşeyî ya qanûnê berpirsiyar in. Daxuyaniya şermezarkirina Komeleya Hiqûqnasên Amedê beşek ji berpirsyariya parastina mafên mirovan e û ji ber wê jî ev daxuyaniye di cih de ye. "   'Divê dozger li gorî siyastemedaran tevnegerin'   Haticeyê der birî ku erka dozgersn ne ew e ku li gorî daxwaza siyasetmendaran tev bigerin û wiha pê de çû:"  Dozgerên giştî piştî daxuyaniya Hikûmeta Siyasî komeleyên baroyê hedef girtin. Wezîfeya dozgerên giştî divê li gorî daxwaza siyasetmedaran tevnegerin, ew ji şopandina qanûnê berpirsyar in. Divê were dîtin ku lekolînên bi vî rengî dê rê li ber hilweşandin û xebatên demokratîk  bigirin.  Divê pêvajo û şêwazên xebatê yên baroyê neyên astengkirin."   'Wekî duh îro jî em ê li dijî neheqiyê  hiquqê biparêzin'   Haticeyê herî dawî got ku ew ê heta dawiyê têkoşîna mafên mirovan bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:" Komeleyên parêzer û rêxistinên pîşeyî ji dîrokê heta niha li hemberî neheqiyê her tim bûne parêzvanên  mafên mirovan. Têkoşîna mafên mirovan û hiqûqê hatiye alozkirin. Wekî duh, îro jî em ê li dijî vê lêpirsîna ne di cih de  bi hevkarî tevbigerin û tebikoşîn."