‘Desthilatdariya siyasî hewl dide bi derewan bixapîne’ 2020-04-25 09:08:00   Melîke Aydin   ANTALYA - Berpisa Hiqûqî ya Herêma Akdenîz a Komeleya Ewil Jin û Zarok, parêzer Kubra Turan, balkişand ser xetereyên ku wê pakêta darazê rê li ber vebike û got: “Rayeya dewletê tüne ye ku kesên şîdet pêk anine efû bike. Desthilatdarî hewl dide bi derewan bixapîne.”   Pakêta darazê hat qebûlkirin lê hîna nîqaşên li ser didomin. Piştî ku gumanbarê şîdetê ji girtîgehê derketin, bûyerên şîdetê yên nû jî rû dan. Rêxistinên jinan bi hefteyane bertek nîşanê berdana gumanbarên şîdetê didin û kampanya û parvekirinan dikin.   Berpisa Hiqûqî ya Herêma Akdenîz a Komeleya Ewil Jin û Zarok, parêzer Kubra Turan jî bal kişand ser xetereyên ku wê pakêta darazê rê li ber vebike.   ‘Ev tê wate efûya ji bo gumanbarên tecawizê’   Kubrayê destnîşan kir ku tevî daxuyaniyên ku wê sûcên zayendî û kuştina ji qestî di pakêta darazê ya ji meclîsê hat derbaskirin de cih nagire jî, dema pakêt ji aliyên cuda bên kontorlkirin, ji bo gumanbarên sûcên zayendî ‘efûya veşarî’ hatiye pêkanîn. Kubrayê wiha got: “Ji ber vîrusa korona pêşnûmeqanûn beyî ku têr bê nîqaşkirin bû qanûn. Dema tê lêkolînkirin;Beriya 1’ê Nîsana 2020’an û piştî vê der barê dîroka sûcê hatiye kirin de cudakarî hatiye kirin, newekheviya esas a girîng jî wek 18’ê Nîsana 2014’an hatiye diyarkirin. Ev dîrok di rayagiştî de wek dîroka ku guherîna qanûna ku wek qanûna xesandinê tê zanînê ye. Bi van guherînan ji bo sûcên êrîşa zayendî, rewşa înfazê ceza li gorî ji çaran sê razandî hatiye sererastkirin. Niha pêşnûmeya hatiye qebûlkirin di sûcên me rêz kirine de di rewşa înfazê de ji çaran sê pêşniyar dike û di vir de jî guherînê nayne. Yanî em dikarin bêjin ku bi vê qanûnê ji bo tecawizkaran efûya veşarî anîn.”   ‘Rayeya dewletê ya efûkirina kesên şîdet pêk aniye  ye’   Kubrayê di berdewamiyê de diyar kir ku di Qanûna Cezaya Tirk (TCK) de, sûcê taybet yê li hember jinê pêk hatiye tüne ye û li gorî teşeyê pêkanînê gumanbarên jin qetil kirine ceza digirin. Kubrayê ev tişt bi lêv kir: “Lê kesên ku zirar dane jin û zarokan tên tahliyekirin. Dewlet dikare sûcên li hember xwe efû bike. Lê rayeya dewletê tüne ye ku kesên şîdet li hember kesan pêk anîne efû bike. Rayeyek wan ya wisa tune.”   ‘Hewl didin bixapînin’   Kubrayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku desthilatdariya siyasî bi derewan hewl dide bixapîne û wiha dawî lê anî: “Di qanûna ji meclîsê hatiye derbaskirin de sûcên zayendî ji derve nehatine hiştin. Desthilatdariya siyasî bi derewan hewl dide gel bixapîne. Newekheviyan di her astê de dikin û ev bi vê qanûnê jî derket holê. Navê wê kirin qanûna înfazê û di esasê de qanûna efûya veşarî ye û girtîgeh vala kirin. Lê ev ne çareserî ye.”