'Hikûmet girtiyên siyasî wekî welatî yan jî kes nabîne' 2020-04-24 09:02:00   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   AMED - Parezera Hevseroka DBP'ê ya berê Sabahat Tuncel, Cemîle Turhalli Balsak axivî. Cemileyê got:" Ew li benda wexta guncav bûn  ku pêvajoyek li hemberê vê yekê nebe asteng ku qanûnê derbas bikin û bi virusa koronayê re yekse şandin parlamentoyê."    Piştî ku şewba vîrûsa koronayê (Covîd -19) li seranserî cîhanê belav bû, wekî tedbîr li gelek welatan bi hezaran girtî serbest hatin berdan. Li Tirkiyeyê jî qanûna Înfazê ya ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat amadekirin pêşkêşî meclîsê kirin. Pakêt ji aliyê Komîsyona  Edaletê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Bi vê pakêtê re ji bilî  girtiyên siyasî wê 90 hezar girtiyên edlî bên berdan. Der barê qanûna înfazê de û  rewşa Hevseroka  DBP’ê ya berê  Sebahat Tûncel ya ku li girtîgeha Kandirayê dimîne parezera wê Cemîle Turhalli Balsak  axivî. Cemîleyê dest nîşanî qanûna  înfazê kir û anî ziman ku Netewên Yekbûyî (NY) ji bo berdana hemû  girtiyên siyasî qanûn derxist lê  Tirkiyeyê li dijî vê qanûnê tevgeriya.    'Girtiyên siyasî wekî welatî yan jî kes nabînin'   Cemîleyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku neberdana girtîyên siyasî polîtîk e û wiha pê de çû:"Girtin û mehkûmkirina girtiyên siyasî rêbazeke polîtîk e. Li Tirkiyeyê atmosfera siyasî di her pêvajoyan de li ser dadê bandor kiriye. Di gelek dosyayên  ku dewlet hesab bide, li dijî wê  mexdur hesab didin. Heyetên dadgehan  li gorî kêfa îktîdaran biryarê didin. Di pêvajoya dawî de Selahattîn Demîrtaş û Osman Kaval mînaka DMME'yê ya herî  girîng û berbiçavin.  Lê li welatên totalîter yên wekî Tirkiyeyê  berevajiya wê pêk tê. Heta ku ev nêzîkatiya polîtîk neguhere û ji xeynî guhertinê ev rêbaza polîtikayê zêdetir geş bibe wê di qanûna nû de jî ev bê îfşakirin. Hikûmetê beriya niha xwestibû ku  demek dirêj ji girtiyên siyasî dûr bixe, derbas bike. Ew li benda wextê guncav bûn  ku pêvajoyek li hemberê vê yekê nebe  asteng bûn.  Bi virûsa korona re, yekser birin parlamentoyê. Ji ber  bertekan, di qanûnê de gelek sûcdarên sembolîk hatin derxistin. Ji xeynî girtiyên siyasî wê hemû girtiyên edlî ji vê qanûnê sûdê bigirin. Em dikarin bibêjin ku ev encama rêveberî û têgihiştinek dijexlaqî ye. Ji ber ku li gel vê em careke din dibînin ku girtiyên siyasî wekî welatî yan jî kes  nabînin. Ev tê wateya binpêkirina prensîba wekheviyê, ya ku wekî prensîba gelemperî ya qanûnê tê dîtin. Girtiyên siyasî her tim  tên cudakirin. Bi gotinek din, mudaxelekirina maf û azadiyan destwerdanek rewa nebû. Berî guhertina maqenûnê divê berpirsiyariya qanûnî nîşan bidin."   'Hewcedariyên herî pêwîst jî tên sînorkirin'   Cemîleyê di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku berdana girtiyên edlî pêşiya talûkeyê vedike û wiha got:" Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku divê girtiyên siyasî jî bên berdan.  Li Tirkiyeyê jî ji bo berdana girtîyên siyasî gav  nehatin avêtin.  Em dizanin ku metoda xetera derketinê bi mercên fîzîkî yên zindanê re paralel e. Li  gel vê yekê, bi qedexekirinê re  sînor anîne,her wiha hewcadariyên herî pêwîst ên girtiyan jî tên sînorkirin. Bêgûman ji vê yekê muwekîla min, Sebahat Tuncel jî rasterast bandor dibe."    'Ji bo berdana Sabahat û Gultanê me serlêdan kir'   Cemîleyê bi domdarî anî ziman ku ji ber pêvajoya heyî jî bo berdana Sabahat Tuncel wan serlêdan kiriye lê serlêdanên wan hatine redkirin û wiha pê de çû:"Daneyên Wezarata Tendûristiyê a Cîhanê her tiştî radixe ber çavan. Ji ber pêvajoya heyî me 13’ê Nîsanê serlêdan kir ku  muvekillên me Sabahat Tuncel û Gultan Kişanak serbest bên berdan, lê mixabin, îtirazên me  hatin redkirin. Wekî din, di heman demê de  nexweşiya Gultan Kişanak a  kronîk jî heye. "    'Dewlet  mecbûr in ku her pîvanekê pêk bînin'   Cemîleyê herî dawî da zanîn ku mafê her kesekî yê jiyanê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî kir:"Şewba vîrûsa koronayê ya gerdûnî nîşanda ku ev yek rasterast bi mafê jiyanê re têkildar e. Dewlet jî mecbûr in ku li gorî vê pîvanê tevbigerin.”