Sevînç Koçak: Zarok wê bi destê dewletê mahkumê tecawizê bên kirin 2020-04-20 09:11:00   Habîbe Eren   ENQERE - Endama Komîsyona  Mafên  Zarokan a ÎHD’ê Sevînç Koçak ‘qanûna tecawizê’ ya ji nû ve hatiye rojevê nirxand û got: “Mînak; zarokek 15 salî rastî tecawiza mêrekî 30 salî hat û bi hinceta paqijkirina namûsê ger bê zewicandin, wê demê mêrê tecawizkar bêsûc e. Ger pêşnûme ji meclîsê derbas bibe wê bi destê dewletê zarok mahkumê tecawizê bên kirin.”   Sererastkirina Înfazê heftey  borî ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû û li gorî vê wê nêzî 90 hezar kesî jê fêdeyê bibînin û li gorî hinekan jî wê 150 hezar kes jê fêdeyê bigirin.   Nîqaşên sererastkirina înfazê didomin û pêşnûmeya ku di 2016’an de hat rojevê û bi vê hewl didin pêşiya zewacên zarokan vebikin, ji nû ve hat rojevê. Mehmet Muş yê AKP’î diyar kir ku li ser sererastkitinê dixebitin û sînyala wê ji nû ve bînin meclîsê da. Endama Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’ê Sevînç Koçak der barê pêşnûmeqanûna di rayagiştî de wek ‘qanûna tecawizê’ tê zanîn axivî.   *Ji qanûna înfazê ku her çiqas desthilatdarî bêje gumanbarê li dijî jin û zarokan sûc kirine, cih nagire jî rewş wisa xuya nake. Wê kesên ji şantaj, tacîz, tecawiz û şîdeta li ser jinan bên berdan. Hun vê çawa dinirxînin?   Ji roja qanûna înfazê hat rojevê, rêxistinên mafên zarok û jinan hewl dan ku gumanbarên sûcên li hember jin û zarokan tên darizandin li derveyê qanûnê cih bigirin. Hîna tahliye çênebibûn ji ber vîrusê şîdeta li malê ji sedî 27,8 zêde bû. Ji 11’ê Adarê şûnde gelek kes ji aliyê mêrên herî nêzî wan ve hatin qetilkirin. Gelek jin rastî şîdetê hatin.   Gelek gumanbarên şîdet li jin û zarokan kirine, tu tiştek der barê wan de nehatiye kirin û ji ber vê jî niha li derve ne. Niha jî wê yên girtî li vê bê zêdekirin. Wê vegerin malên xwe. Ev rewş bêcezabûnê li sûcdaran rewa dike. Pêşî li darizandina wan digire.   *Dema mirov li paşerojê dinêrin gumanbarên tên berdan heman sûcî dubare dikin. Hun vê rewşê çawa dinirxînin?   Li gorî lêkolîna Midûriyeta Giştî ya Îstatîstîk û Sicîla Edlî, bi riya efûyê kesên ji girtîgehê derdikevin ji her 5 kesî du heb dîsa heman sûcî dikin. Ev ji bo civakê jî tehdîdê ava dike.   *Qanûna îfazê ji 2016’an de her tim dihat rojevê. Di vir de armanc çi ye?   Pêşnûme 4 sal bû dihat rojevê. Her carê bi têkoşîna jinan hat rawestandin. Di meha çile de dîsa hat rojevê. Em ketin tevgerê. Hem rêxistinên mafên jinan hem yên zarokan anîn rojevê. 14 rêxistinan raporek amade kirin û bi Komîsyona Edeletê ya meclîsê re hevdîtin kirin. Me rapor bi çapemeniyê re jî parve kir.Lê bi hinceta vîrusê dîsa anîn rojevê. Ev tu car nayê qebûlkirin.   *Hun dikarin der barê naveroka pêşnûmeqanûnê de agahî bidin_   Pêşnûmeqanûn tê vê wateyê;Ger zarok bi êrîşkar r  bê zewicandin, sûcê wî dikeve û wek hevjîn vedigere malê. Di pêşnûmeyê de navbera temen wek 15 tê dîtin. Mînak; zarokek 15 salî rastî tecawiza mêrekî 30 salî hat û bi hinceta paqijkirina namûsê bê zewicandin, wê demê mêrê tecawizkar bêsûc e. Ger pêşnûme ji meclîsê derbas bibe wê bi destê dewletê zarok mahkumê tecawizê bên kirin