Qanûna înfazê, gumanbarên îstîsmarê bi rehetî berdide! 2020-04-18 09:15:00   ENQERE - Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Enqereyê Hîlal Çelîk, got her çiqas bêjin sûcê êrîşa zayendî di qanûna înfazêde cih nagire jî rewş ne wisa ye û got: “Mînak tevî zarok û malbat gilî dikin jî ji sedî 60’ê ceza (navbera 2 û 5) salan de dikşîne û dîsa tên berdan. Li holê sûcek hebe, dewlet nikare li ser navê mexdur biryarê bide.”   Bi qanûna înfazê re ji bo gumanbarên li dijî jin û zarokan sûcên êrîşa zayendî pêk anîne, riya tahliyeyê vebû. Lê girtiyên siyasî di qanûnê de cih negirtin.   Endama Tora Parêzerên di Qada Zarokan de Dixebite (ÇAÇAV) û seroka Navenda Mafê Zarokan a Baroya Enqereyê, parêzer Hîlal Çelîk, der barê berdana gumanbarên îstîsmarê de nirxandin kir.   ‘Vekirina riya tahliyekirina gumanbaran pirsgirêk e’   Hîlalê got divê pir alî li encamên qanûna înfazê bê mêzekirin û got: “Divê ev hem di alî zarokên sûc lê tên ferzkirin û hem jî mexdurên sûcin de bê nirxandin. Bi taybet divê em di alî zarokên rastî îstîsmarê û şîdetê hatine de binirxînin. Dema nû pêşnûme hat rojevê, gotin gûmanbarên îstîsmarê, şîdeta nav malê têde cih nagire. Lê dema mirov dinêrin, beşeke cezayê gumanbaran hatibe înfazkirin, jix we riya tahliyeyê vedibe. Di qanûna înfazê ya ji meclîsê derbas bû de xala 15’emîn de bo jinan tiştek heye. Di vê xalê de ji bo tedbîra girtinê, li kontrola edlî zêdekirin hatiye kirin. Li gorî vê, jinên gumanbar yên ducanî an jî di ser welîdînê de 6 meh derbas nebûye, li şûna girtina wan di alî ku bikin bin kontrola edlî de sererastkirinek heye. Ev girînge ji bo zarokan jî girînge.”   ‘Ji bo kesên li dijî mirovan sûc kirine, efû heye”   Hîlalê destnîşan kir ku bi giştî li dijî kesên li dijî mirovan sûc kirine, efû mijara gotinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ji bo sûcên li dijî dewletê hatine kirin tiştek tüne ye. Di esasê de efû tune lê dewletê ji bo kesên li dijî mirovan sûc kiriye, rêbazek wisa tercîh kir.   Hîlalê wiha berdewam kir: “Di îstîsmara zarokan de divê li daxwaza zarok negerin. Ev sûcê îstîsmarê ye. Mînak tevî zarok û malbat gilî dikin jî, ji sedî 60’ê ceza (navbera 2 û 5) salan de dikşîne û dîsa tê berdan. Li holê sûcek hebe, dewlet nikare li ser navê mexdur biryarê bide. Yanî li holê sûcekî zayendê hebe, ev şexsê min elqeder dike. Ev bedena min eleqeder dike.”   ‘Divê zarokên girtî bên berdan’   Hîlalê balkişand ser zarokên girtî û got divê bên berdan. Hîlalê ev tişt anî ziman: “Girtin bi armanca tedbîrê ne. Zarokên girtî bi pêkanîna kontrola edlî dikarin bên derxistin. Di peymanên navneteweyî de, di nokteya mafê jiyana zarokan û pêşketina wan de xal hene. Wezareta tenduristiyê her roj daxuyaniyê die. Dibêje kesên nexweşiyên wan yên kronîk hene, di koma rîskê de ne. lê nayê zanîn ku ji zarkên girtî çend heb xwedî nexweşiya kronik in. Di vê pêvajoyê de divê tu zarok di girtîgehan de neyê girtin.”