Parêzerên jin: Bi qebûlkirina qanûnê re jin bi êrîşan re rûbirû hatin hiştin 2020-04-14 11:50:16   Zeynep Durgut - Şehrîban Aslan   AMED - Peşnûme Qanûna ku ji 70 xalan pêk dihat li meclîsê hat qebûl kirin ji hêla parêzer Asli Pasinli û Muzeyyen Nergîz ve hat rexne kirin û parêzeran destnîşan kirin ku bi qebûlkirina qanûnê re rê li ber şîdeta li hemberî jinê hat vekirin û ewlehiya jinan niha di xeterê de ne.    Bi belavbûna vîrûsê re cihên herî bi krîtik girtîgeh hatin pênasekirin. Heta roja îro jî tu tedbîrên ber bi cav li girtîgehan nehatin girtin. Ligel tirs, fikar û bangewaziyên malbatên girtiyên siyasî Pêşnûme Qanûna ji 70 xalan pêk dihat û girtiyên siyasî naxe nava xwe li meclîse hat qebûlkirin. Li gorî pakêtê tecawizkar, êrîşkar, tiryakfiroş û gelek sûcên edlî yên din hatin efûkirin. Li hemberî qanûnê bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Aliyek girtiyên siyasî nehatin berdan û aliyek jî bi berdana êrîşkar û kujeran ewlehiya jinan ket xeterê ye. Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Asli Pasinli û Parêzer Muzeyyen Nergîz têkîldarî mijarê de ji ajansa me re axivî.    'Bi qanûnê jin bi êrîşan re rûbirû hatin hiştin'    Parêzer Asliyê bal kişand ser qanûna ku hatî derxistin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Gava ku gef, heqeret, şantaj, birînên mebest û gelek sûc li jinan têne kirin, ew dibin sûcên şîdetê ên li dijî jinan. Mijarek din jî rêziknameya serbest berdana bi şert e. Kesên ku bi şert û mercên ji bo girtîgehên vekirî de bimînin wê heya dawiya gulanê wê bi destûr bin. Dibe ku ev heta şeş mehan jî bê dirêj kirin. Dê mehkûmên kuştina bi mebest, destavêtin, sûcên êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan serbest bêne berdan. Mînak, sûcdarên jinan ên ku bi mebesta kuştin dê sê sal pêşiya cezayê xwe werin berdan. Dê cezayên sûcên li dijî  jinan kêm bike. Her wiha niha li dijî vîrûsa koronayê rewşek cuda heye û pêvajoyeke karantînayê heye. Ji ber vê pêvajoyê jî jin bêtir bi şîdetê re rûbirû dimînin û her wiha bi serbest berdana kujer û êrîşkaran dê hejmara kuştina jinan jî zêdetir bibe."   'Qadên herî bê ewle û xetere malên me ne'   Parêzer Muzeyyen, jî bi lêv kir ku ligel pakêta darazê jiyana jinan bi xereyeke mezin re rûbirû bimîne û ev tişt anî ziman: "Piştî qanûn hat qebûlkirin divê jin bêtir bên parastin. Ji ber ku niha rewşa jinan bêtir di xeterê deye. Li gorî civakê cihên herî bi ewle ji bo jinê mal e, lê belê herî zêde jin li malên xwe tên kuştin. Niha ji bo xwe parastina li dijî vîrûsa koronayê bangewaziyên li malên xwe bimînin tên kirin, belê raste tenê li dijî vîrûsê niha cihên herî bi ewlê mal in. Li gorî analîz û îstatîstîkan li malê mayîn asta şîdetê zêdetir dike."   'Divê jin bê parastin neyên hiştin'    Muzeyyen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tedbîran û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Serbest berdana êrîşkaran dê bandoreke neyînî li ser mafê jiyana jinê bike. Zext û panîk wê zirarê bide tenduristiya jinan û dê derûniya jinan bêtir xirab bike. Lê dewlet li şûna ku girtiyên edlî berde dikare tedbîrên cuda ji bo tenduristiya girtiyan bigire. Divê dewlet ji bo parastina jinê tedbîr bigire û butçeyeke taybet veqetîne."