Newroz Uysal: Li Îmraliyê 21 sal e bêhiqûqî berdewam dike 2020-04-13 09:06:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Parêzer Newroz Uysal, di pêvajoya vîrusa koronayê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike nirxand û got: “Ji ber ku em nikarin hevdîtinê pêk bînin nikarin li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin em nikarin agahiyan jî bigirin. Lê  bêhiqûqî 21 sale li Îmraliyê bi heman awayî berdewam dike. Ne mafên girtiyan qanûnî hat nasîn û ne jî mafê axaftina bi telefonê dan.”   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 salin didome û parêzerên wî 8 sal şûnde piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di 2’yê Gulana 2019’an de hevdîtin pêk anîn. Lê piştî vê dîsa tecrîd ket dewrê, herî dawî Mehmet Ocalan di 4’ê Adarê de çû Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re  kir. Ji wê rojê şûnde dîsa hevdîtin hatin qûtkirin. Bûroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi mûwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin serlêdanên ku li Serdogeriya Komarê ya Bursayê kiribûn ji aliyê dozger ve hatibûn retkirin. Her wiha dozger, daxwaza hevdîtina bi telefonê jî bi hinceta 6 meh cezayê disîplinê ret kir. Lê di vê pêvajoya vîrusa koronayê ku belav dibe hemû kesî berê xwe da Girtîgeha Îmraliyê. Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî li ser rewşa li Îmraliyê û xeteriya vîrusê ya li ser Îmraliyê nirxandin kir.   ‘Bi berpirsiyarî tevbigerin’   Newroz, anî  ziman ku bi tecrîda 21 sal e tê meşandin re  tû teminata tendûristî, başkrina şertên fizîkî li Îmraliyê tüne ye û wiha got: “Li dîjî xeteriya ku heye û dertê holê bi awayek ciddî nêz bibin. Tecrîda ku 21 salin berdewam dike jî nîşan dide ku bi awayek cidî rayedar nêz nêz nabin. Vîrûsa koronayê bi mehan e di rojevê de ye.  Her çiqas ku tê gotin vîrûs ji 1’ê Adarê şûnde li Tirkiyeyê hatibe dîtin jî beriya wê behsa bandorên wê dihatin kirin. Ji aliyê zanistên navneteweyî  de jî dihat gotin ku ev vîrûs ji bo girtîgehan gelek bi xeter e. Dewletên navneteweyî mecbur man polîtîqaya cezadayînê bigûherînin. Di encamê de biryara mafê jiyan û tendûristiyê hat dayîn. Li gelek dewletan tahliye hatin kirin. Lê belê di girtîgeha Îmralî û girtîgehên Tirkiyeyê de tahliye pêk nehatin û ji bo girtiyên siyas. Dewlet bi awayek keysperestî qanûna infazê dinirxîne. Lê belê girtîgeha Îmraliyê ji girtîgehên dinê cûdatire û li wê rîstek mezintir heye.  Jİ ber ku em nikarin tu agahiyan bi des bixin û ev 21 sal e wiha berdewam dike.  Bi girankirina tecrîdê re ev 5-6 salan  me bi mehan agahî negirtine..”             ‘Tu carî raporên tendûristiyê negiştîştin destên me’   Newroz, bal kişand ser şewata di 4’ê Adarê de ku li Girava Îmraliyê derketibû jî û wiha behsa tendûristiya Abdullah Ocalan kir: “Herê dawî ji ber şewatê di 4’ê Adarê de hevdîtin pêk hat. Lê belê heta niha me tu agahî negirtine ku li girtîgehê tedbîr hatine girtin an na û ne jî em dikarin hevdîtinê pêk bînin. Tu carî bersivê nadin serlêdanên me. Her çikas tendûristiya Birêz Ocalan di rojeva me de be jî di rojeva raya giştî de ye jî. Hem ji ber temen û hem jî şert û mercên girtîgehê, îzolasyon û ji ber tecrîdê pirsgirêkên tendûristiyê dibe ku hebin. Ji ber vê jî ji bo şert û mercên tedawiyê tim di rojavê de bû. Îro ji ber vîrûsa koronayê li gor temen xeter mezintir dibe. Di komên xeterê de kesên temenê wan  di ser 65’an re , kesên nexweşiyên wan ên  kronik hene ku pêdiviya wan bi  hewaya paqij heye. Em nizanin ku nexweşiyên kronîk yên Birêz Ocalan hene an na. Lê dema di hevdîtinan de  me jê dipirsî ji me re digot nexweşiyên min  tûnene. Lê belê her çiqas ku birêz Ocalan wiha gotibe jî me tu carî raporên tendûristiyê yên derbarê wî de nedîtin û negiştîştin destên me.”   ‘Em nizanin ku tu tedbîr hatine girtin an na’   Newrozêd, di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: “Serlêdanên me tim hatin retkirin. Ji ber vê jî potansiyela xeteriyê ji hêla me de bênîqaş dimîne. Ji ber ku gardiyanên dikevin wir û dertên, personelên ku xwarinê dibin û tînin, personel û leşkerên ku li wir li ser peywirê ne hene. Lê li gel van hemûyan çi tedbir tên girtin em nizanin.   Birêz Ocalan ji ber ku demeke dirêje di girtîgehê de ye ji ber temenê wî me kampayaya azadiyê da meşandin.  Her wiha dema me serlêdan kir me anî ziman ku demên hewa girtinê jî bila  bên gûherandin. Me xwest ku hewadarkirina cihê birêz Ocalan 7-24 saetan bê kirin û saetên hewadarkirinê bên dirêjkirin.   Lê belê em nizanin ku ev bi cih tên an na.”   ‘ Daxwazên me û serlêdanên me red kirin’   Newrozê, di axaftina xwe de got di pêvajoya belavbûna vîrusê de du serlêdan kirine lê herdû jî nehataine qebûlkirin û wiha domand: “Me du serlêdan kirin.  Ya yekemîn di derbarê tedbîrên çawa hatine girtin de me got parêzeran û malabata wî muhatap bigirin û agahiya bidin me. Serlêdana dûyem jî mafê telefonê çawa li hemû girtîgehan pêk tê me xwest li wir jî pêk were. Tu bersîv ji me re nehat dayîn.  Ji xeynî van herdû serlêdanên me, dema yekema yekem belav buna vîrusê li Tirkiyeyê hat aşkerakirin serlêdana hevdîtina lezgîn û me serlêdana lezgîn tedbîr bên girtin kir. Me got bila alavên paqijiyê bên dayîn . Her wiha dîsa me pirsa gelo gardiyan, leşkeilr û personel ji testan derbas dibin an na pirsî lê belê tu bersivê nedan me. Lê îro li hemû girtîgehan mafê girtiyane ku her hefteyê bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Kesên ku cezayê giran girtiye jî du hefteya carê  mafê wan e ku bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin û mafê birêz Ocalani  e jî du hefteya carê bi telefonê bi malbata xwe re biaxive. Lê belê birêz Ocalan 21 salin û mûwekîlên me yên dinê jî piştî ku di 2015’an de birin Îmraliyê û virde mafê xwe yê telefonê nikarin bikar bînin. Piştî vê di 13’ê Adarê de Wezîrê Edaletê ji ber nexweşiyê anîbû ziman ku hevdîtinên malbatan qedexe ne û heta mecbur nemînin parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin.  Li Şûna vê jî  10 deqe mafê axaftina bi telefonê dan girtiyan. Me di serlêdana xwe de got vî  maf bidin mûwekîlên me jî lê qebûl nekirin.”   ‘Bêhiqûqî berdewam e’   Newrozê, bal kişand ser cezayê dîsîplînê yê 6 mehan ku dane Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Cezayê dîsîplînê wek hincet hat nîşandan maf û hevdîtin hat retkirin. Em jî dizanin ku di girtîgehên dinê de cezayê dîsîplinê li girtiyan hatiye birin û nikarin mafê  xwe bi kar bînin. Lê belê wezîrê ku mafê  10 deqeyan ji bo telefonê daye girtiyan dikarin bi kar bînin. Ji ber pandemiyê ev mafekî asayî ye. Lê belê mixabin ku bêhiqûqiya 21 salan îro li Îmraliyê bi heman awayî berdewam dike.”   ‘Ev jî nîşan dide ku bi awayek kêyfî tevdigerin’   Newrozê, balê kişand ser qanûna înfazê ku anîne Meclîsê û wiha dawî li axaftina xw anî: “Li Îmraliyê newekhevî û bêhiqûqî pêk tên.  Di 13’ê Sibatê de cezayê dîsîplinê ku li Birêz Ocalan hatiye birîn ji me re wek hincet tê nîşandan. Lê bela bibîr bînin ku di 4’ê Adarê de jî birêz Ocalan û mûwekîlên me yên dinê bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Dema ev hevdîtin pêk hat jî cezayê dîsîplinê hebû û niha ev cezayê dîsiplinê wek hincet ji bo axaftina telefonê hat nîşandan. Dema dewlet bixwaze ew cezayê dîsîplinê tune dibe. Ev jî nîşan dide ku bi awayek kêyfî tevdigerin û bêqûqiyê dikin. Di pêvajoyek bi vî rengî de divê bala her kesî li ser Îmraliyê be.”