Gumanbarên êrîşa zayendî nehatin cezakirin 2020-04-09 09:09:00   ŞIRNEX -  Heyeta dadgehê di 5’ê Nisana 2018’an de derbarê bav û birayê ku li dijî du zarokan êrîşa zayendî pêk anîbûn de biryara girtinê dabû, lê bav û birayê gûmanbar piştre hatin berdan.   Her ku roj diçe ji ber polîtîkayên dewletê êrîşên zayendî yên li dijî zarokan zêde dibin û li gel wê ensest jî zêde dibe.   Li navçeya Silopiya Şirnexê  di 5’ê Nîsana 2018’an de hatibû aşkerakirin ku du zarok ji aliye bavê xwe K.Z. û birê xwe H.Z. ve bi êrîşa zayendî re rûbirû mane. Li gor agahiyên hatin bidestxistin ji zarokan yek dema ku li dibistanê name dinivîsîne bûyer derketiye holê. Piştî ku rêvebiriya dibistanê bûyerê radigihîne li Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Silopiye îfadeya  herdu zarokan tê girtin û bi rapora ku tê dayîn jî ji ber êrîşa hatiye kirin şopa birînan a di bedena zarokê de tê tespîtkirin. Piştî îfadeya zarokan hat girtin, Wezîreta Polîtîqaya Civakê û Malbatê zarokek kir bin parastinê û zaroka din jî li ser daxwaza wê radestî malbatê hat kirin.   Herdu gumanbarên ku di encama lêpirsînê de li  Serdozgeriya Komarê îfadeyên wan hatin girtin xwe bi van gotınan parastin: “Heşê wê ne li sere wê ye derewan li me dike.” Gumanbar pitî îfadeya wan hat gitin sewkî dagehê hatin kirin û bi piryara dadgehê hatin girtin.   Bi gotina ‘ez misliman im’ xwe parast   Di 12’ê Adara 2019’an de di daneşÎna yekem ku li 2’emîn dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin K.Z. xwe parast û got: Ez misliman im. Ez ê çawa tiştekî wiha bi keça xwe bikim.”   Zarokan Îfadeyên xwe paşve kişandin   Di 30’ê Nisana 2019’an de di daneşîna 3’emin ku hat dîtin de  zarokan îfadeyên xwe paşve kişandin. Di daneşînê de ji ber kêmaniya delîlan û îfadeyên bi nakok derbarê K.Z. û H.Z. de biryara bila rewşa wan a gitî berdewam bike hat dayîn.    Gûmanbarek  hat tehliyekirin   Di daneşîna 5’emin k udi 11’ê Tîrmeha 2019’an de li 2’emin Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin de gûmanbaran îfadeyên xwe yên bere dubare kirin û derbarê K.Z. de biryara berdewamiya girtinê hat dayîn. Gumanbar H.Z. jî bi şertê qedexeya derketina dervê welat û bi “Şertê kontrola edlî” hat tehliyekirin.   Gumanbar berat kirin   Di daneşîna 6’emîn k udi 17’ê Cotmeha 2019’an de li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin de derbarê gumanbar H.Z.de biryara beraetê hat dayîn û K.Z. jî hem hat tehliyekirin û hem jî beraet kirin.   Heyeta dadgehê ku rapora derbkirina zarokan a Tipa Edlî û îfadeyên zarokan ên ewil esas negirtin, herdu gumanbar  jî bi beraete xelat kirin.